Li Fîs, Curnê Reş û Xelfetiyê DEM

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:58

Sê cihên ku serkeftina DEM’ê lê watedar Fîs, Curnê Reş û Xelfetî bûn. Ev sê dever di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de xwedî wateyên sembolîk in. 

DEM Partî li gundê Fîsê yê ku PKK avabûna xwe lê îlan kirî, bi girtina ji sedî 89 dengan bû partiya yekem. Di gund de 190 hilbijêr dengê xwe bi kar anîn. Di sindoqê de 170 deng ji DEM Partiyê re derketin.

Her wiha  Şaredariya Curnê Reş ku tevgera siyasî ya Kurd herî dawî di sala 1979’an de bi dest xistibû, piştî 45 salan cara ewil bi dest xist û Şaredarî kete destê DEM Partiyê.

Li gel vê Partiya şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî kete destê DEM Partiyê. Partiyiyan ji pêşiya avahiya edliyeyê heta pêşiya buroya hilbijartinê meş li dar xist. Namzetên hevşaredariyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram û Parlamenterê DEM Partiyê Ocalan jî di nav de gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. 

Ocalan li vir axivî û serkeftina Xelfetiyê diyarî Rêber Abdullah Ocalan kir. 

ANF/MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.