Fêmkirina Rêbertî fêmkirina azadiyê ye

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:30

HÎVDA HEBÛN / ANF / QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên xwendina parêznameyên Abdullah Ocalan hatin avakirin. Nêzî saleke li 10 bajar û 33 navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karên van koman dewam dikin. Ji koma xwendinê endamê Akademiya Abdullah Ocalan Îsa Selîm Mihemed Emîn qala armanca avakirina van koman kir û got:"Em dixwazin fikir û felsefeya Rêber Apo fêhm bikin û bixin meriyetê. Bêguman ev yek ne tenê ji bo Kurdan e, di heman demê de ji bo Ereb, Suryan, bi kurtasî ji bo hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo ne tenê gelekî temsîl dike, ne tenê ji bo gelekî ye."

Divê jin pêşengiyê bikin

Berdevka komê Taz Başa anî ziman ku ji bo Komploya Navneteweyî fêhm bike tevlî vê komê bûye û got:"Bi xwendina felsefeya Rêbertî bersivê ji pirsan re dibînim. Felsefeya Rêbertî ji bo sîstemên hegemonîk xetere ye. Lewma ewqas welat li hemberî Rêbertî li hev kom bûn û komployeke mezin kirin. Ji ber ku belavbûna felsefeya Rêbertî li nava civakan dihate wateya dawiya wan. Em jin dixwazin pêşengiyê ji vê felsefeyê re bikin. Em dixwazin jin hemû vê felsefeyê rast fêhm bikin."

Ji komê Medya Osî jî li ser armanca tevlîbûna xwe ya li nava komê got:"Hem li nava saziya ku lê dixebitim, hem jî li nava civakê dixwazim fikrê Rêbertî baştir bidim fêhmkirin û belav bikim. Lewma tevlî vê komê bûm. Bi vê koma xwendinê re min gelek pêşketin di kesayetiya xwe de dît. Hem di rêbaza axaftinê, hem di tempoya kar de hem jî di sekna xwe de gelek pêşketinên girîng dibînim. Karên me hîn rêxistinî û berhemdar dibe. Bi kurtasî bi her awayî guhertin çêdibe. Bêguman em ji berê ve felsefeya Rêbertî ji xwe re dikin esas û me fikrên Rêbertî dixwend. Lê belê xwendina parêznameya Rêbertî ya bi vî rengî hîn bêhtir hêzê dide me."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.