Rêber APO çavkaniya jiyanê ye

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 01:45

  • Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan peyamek weşand û tê de got: Zayîna Rêber APO çavkaniya jiyana me ye.

Koordînasyona PAJK'ê di peyama xwe ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got, "Zayîna Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye." Di daxuyaniya PAJK'ê de hat diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di vê sala têkoşînê de armanca wan a bingehîn e û hat gotin:"Di serî de salvegera jidayikbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê li Rêberê xwe, li jinan, li gelê Kurd û li tevahiya mirovatiya di oxira azadiyê de têdikoşe pîroz dikin. Em 4’ê Nîsanê bi wateya jiyana azad, kelecana serkeftina jina azad civaka azad e, bi baweriya ku zayîna Rêber Apo zayîna mirovê azad e û jinûve zayîna mirovatiya azad e pêşwazî dikin. Rêber Apo sekna Kurdê azad yê li hemberî sîstema desthilatdar ku dixwaze Kurdê xwe avabike û ji bo xwe bixebitîne afirand. Di vê wateyê de 4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna yek mirovî ye, jidayikbûna gelekê ye, jidayîkbûna bi milyonan e. Bi taybet jidayikbûna gelê Kurde. Ne tenê nûneriya yek zayînê kir, nûneriya vejîna hemû bindestan kir. Heman demî vejîna jina azad, civaka azad, mirovê azad e. 

Îradeya jina azad derxist holê

Bi sîstema şarîstanî ya 5 hezar salan û weke encamên hovane yê pergala kapîtalîst hemû gelên cîhanê ketiye bin dagirkeriyeke mezin û berfireh. Di encamê dagirkeriya li ser mirovahiyê de xweza û hawirdor jî hatiye qetilkirin. Bi navê wekhevî û azadiyê hemû nirxên civakî hatine binpêkirin. Bi derketina Rêber Apo re ev sîstema bi lanet û kirinên wê hatine lêhûrîn, çareseriya wan derketiye holê û hêviyên jinê bûye xwedî bersiv. Ev di heman demê de tê wateya li hemberî pergala desthilatdariya zilam zayîna jiyana azad. Heqîqetên bi jinê re destpêkiribûn û ji aliyê sîstema desthilatiya zilam ve hatibûn tinekirin cardin derketiye ser rûyê rojê. Rêber Apo, azadiya jinê di navenda azadiya civakê de bi cîh kir û li gora wê nirxand û çareseriya civakî bi felsefeya jiyanê formûle kir. 

Em weke jinên Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê zayîna Rêber Apo weke çavkaniya jiyana xwe dibînin. Lê belê ji ber ku Rêber Apo hîn di girtîgeha Îmraliyê de ye em ji her demî zêdetir li hemberî vê rewşê bi hêrs in û heya mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwedî helwesta têkoşîneke bê navber de ne. 

Jin wê serketinê misoger bikin

Weke Partiya Azadiya Jin PAJK em ê di sala 2024’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê xwe têbikoşin. Me li gora vê yekê rola xwe eşkere kiriye. Em ji bo Rêberê xwe li dijî rastiya dijmirovahî ku li ser tê pêkanîn ji her sal zêdetir di vê 4’ê Nîsanê de daran biçînin. Di vê 4’ê Nîsanê de ji bo azadiya Rêberê xwe em divê mohra xwe li dîrokê bixin. Di 8’ê Adarê û Newrozê de em weke jin bi sekin û pîrozbahiyên herî mezin li Rêberê xwe xwedî derketin. Di vê 4’ê Nîsanê de jî bi çandina daran em ê xwezayê nêzî Rêberê xwe bikin. Em ê ji bo Rêberê xwe hemû deveran bi darên şîn bixemilînin. Di van rojên serhildan û berxwedanan de divê em jinên Kurd ji bo layiqê Rêberê xwe bibin li her deverê lê xwedî derkevin û bi ruhekî germtir van rojan li Rêberê xwe pîroz bikin.

Rêbertiya me ev 25 sal in li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdekî giran de ji bo azadiya jin-civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Helwest û ruhê têkoşînê yê di 8’ê Adarê û Newrozê de derket pêş biryardariya azadiya fizîkî ya Rêbertiyê bû. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna ji niha û pê de bê meşandin jî wê bi heman ruhî be. Çawa ku gerîlayên azadiyê bi gel re agirê têkoşînê bilind kirin, ew ê bi pêşengiya jinan jî serkeftinê misoger bikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.