Pîrozbahiyên serkeftinê

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:55

Piştî ku encamên serkeftina DEM Partiyê diyar bû, li gelek bajarên Kurdistanê gel derket kuçe û kolanan û serkeftina xwe bi coşî û kelecaniyê pîroz kir. Di pîrozbahiyan de dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ bi ser bajaran ketin. Her wiha posterên Rêber Abdullah Ocalan di pîrozbahiyan de hatin rakirin.

Li navçeyên Kerboran, Qoser, Dêrîk, Nisêbîn û Şemrexê, li Artûklûyê jî bi hezaran kesên li ber avahiya bajêr kom bûn bi gerandina govendê bi meşaleyan pîrozbahî li dar xistin. Di pîrozbahiyên hatin kirin de bi wesayîtan konvoy hate çêkirin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” serketin pîroz kirin. Pîrozbahiyên li Artûklûyê li çar aliyên bajêr belav bûn, welatiyan îşaretên serkeftinê kirin û bi flamayên DEM Partiyê li kolanan tûr avêtin.

Colemerg

Li Gever û Colemergê jî piştî kifş bû ku Şaredarî ketiye destê gel, gel bi coşiyeke mezin ev serkeftina xwe, bi stran, dîlan û dirûşmeyan serkeftina xwe pîroz kir.

Namzeta hevşaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê Viyan Tekçe di pîrozbahiyan de anî ziman gelê Geverê hemû listikên qirêj ên AKP’ê pûç kiriye, Tekçe her wiha  got ew bi ji serkeftina gel şanaz û serbilind in. 

Êlih

Bi deh hezaran kes li Êlihê beşdarî pîrozbahiya serketina hilbijartinê ya DEM Partiyê bûn. Ji Xaçerêya navendê heta ber AVM'ê ya Batmanparkê konvoyek wesayîtan hat çêkirin û mirov mîna lehiyê ber bi qada pîrozbahiyê ve herikîn. Bi deh hezaran kes li buroya hilbijartinê ya navendê li hev civiyan û govenda serketinê gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana zîndanan" hatin berzkirin.

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" derket ser şaneşînê, bi çepik û berzkirina dirûşman hat pêşwazîkirin. Sonuk diyar kir ku dîroka gelê Êlihê bi berxwedanê tijî ye û got, ‘’dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi ser ket.’’

Îdir

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevî hêza AKP-MHP û dewletê jî li Îdirê serkeftineke mezin bi dest xist. Xelkê bajar heta serê sibehê serkeftina xwe pîroz kir. Ji sedî 90’î sindoqan hatine vekirin û li gorî encaman, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum bi rêjeya ji sedî 52 bi ser ketin. 

DEM Partiyê li pêşiya buroya hilbijartinê ya Zagrosê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê pîrozbahî li dar xist. Di pîrozbahiyê de stran hatin gotin, tililî hatin avêtin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Girseyê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî ciwanan rê ji trafîkê re girt û govend gerand. Ciwanan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meş li dar xist. 

Mûş

Li Mûşê ku cara pêşî ye şaredarî dikeve destê DEM Partiyê pîrozbahî hate kirin. Piştî ku encam hatin parvekirin, dilxwazên DEM Partiyê li pêşiya avahiya partiyê hatin gel hev, li ber dahol û zirneyan govend gerandin û meşale vêxistin. DEM Partiyiyan bi konvoya wesayîtan li kolan û cadeyan li qorneyan xistin û fîşekên hewayî teqandin. 

Amed

Her wiha li Amedê jî piştî aşkerebûna encamên hilbijartinê bi deh hezaran dilxwazên DEM Partiyê bi coşiyeke mezin serkeftina xwe pîroz kirin. Di coşiyê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin rakirin û bi dirûşmeyan hate gotin,’’Bijî Serok Apo’’.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.