Gelê me li dora rojê kom bibe

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:26

OZNÛR DEGER / JINNEWS / RIHA

Gotinên Rêber Abdullah Ocalan yên wekê “Ez îro li Amarayê bi we re li ser sifreya rojê me. Ez yek bi yek di nav hemû hevrêyên xwe de me. Axa me ya ku ne tenê şahidiya bûyîna me şahîdiniya bûyîna hemû şaristaniyê kiriye di serî de hevrêyên me yên jin û ciwan emanetî gelê me yê xwedî hesta azadiyê dikim. Bi baweriya ku bi hev re li welatekî azad hev bibînin, we hembêz dikim.” Ji nameya Abdullah Ocalan ku 4’ê Nîsanê ya sala 2014’an bi wesîleya rojbûna xwe şandibû. Ji 75’emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re demek kurt ma. Li gundê Amarayê xwişka wî Fatma Ocalan û xwarziya wî Gulsum Ocalan axivîn. Fatma Ocalan zarokatiya Rêber Abdullah Ocalan vegot û got ew zarokekî pir xwedî hişmend û hestiyar bûye û got:“25 sal e girtî ye. Bi salane em nikarin biçin hevdîtinê. Em diwazin biçin. Em rewşa wî nizanin. Em tenduristiya wî nizanin. Em dixwazin agahiyekê bigirin. Ez 15-20 sal berê çûm hevdîtinê. Dema çûm hevdîtinê bi taybet behsa jinan dikir. Nirx dida jinan. Silav ji jinan re dişand.” Fatmayê bal bire ser 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û got:“Berê bi hezaran kes dihatin. Lê niha nahêlin kes bê Amarayê. Em dixwazin di 4’ê Nîsanê de mêvanên xwe bihewînin.”

Li Amarayê bên gel hev

Biraziya Rêber Abdullah Ocalan Gulsum Ocalan jî ku qet Rêber Abdullah Ocalan nedîtiye, bal bire ser tecrîda giran û got:’’Tecrîdek giran heye. Divê demildest ev tecrîd bê bidawîkirin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Min bi vegotinên malbatê serokatî guhdar kir. Malbata me digot ew lîderekî mezin e. Yek ji bîranîna ku dihat gotin ev bû; serokatî bi zarokekî re şer dike, pîra min Uveyş dibêje biçe heta tu serê wî neşkînî neye malê. Ew jî diçe serê zarok dişkîne. Kesekî têkoşer bûye. Dema zarok bûm min ji Abdullah Ocalan re digot ‘apo’. Piştre Min got serokatî. Dema bavê min diçû hevdîtinê me ew gelek mereq dikir. Me tenduristiya wî dipirsî. Dema tiştek neyînî bihata gotin ez digiriyam. Her çiqas lîderê gelekî be jî ji ber apê min bû ez hestiyar dibûm. Fikr û nêrînên wî li hemû cîhanê belav bû. Ji ber vê zextên giran li ser hene. Ez gelek ji fikrên wî pirtûkên wî bi bandor bûm.  Girîngiyek mezin dide jinan. Bi maşeyaleya wî riya me ronî bû. Pîrozvahiyên 4’ê Nîsanê qet ji bîr nakim û hestyar dibim.  Ez bang li hemû gelê me dikim ku 4’ê Nîsanê de li Amarayê li dora Rojê bên gel hev.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.