Şaredariyên DEM’ê bûne 78

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:22

DEM Partiyê sê şaredariyên din ên bajarokan bi dest xist û bi vî rengî hejmara şaredariyên xwe kir 78.

Li gorî encamên ne fermî, Partiya Demorkasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) 3 şaredariyên din ên bajarokan bi dest xist.

DEM Partiyê şaredariya bajarokê Gundikê Melê ya girêdayî navenda Şirnexê; Şaredariya Elmakaya ya Kop a Mûşê û Şaredariya Weysel Qeranî ya Hawêl a Sêrtê bi dest xist. Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an. Bi vê yekê re DEM Partiyê 3 şaredariyên bajarên mezin, 7 ên bajaran, 58 navçeyan û 10 bajarokan bi dest xist. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.