Piştî serkeftina DEM Partiyê ya hilbijartina xwecih a 31’ê Adarê de pîrozbahiyên serkeftinê didomin. Li Mûş, Cizîr û Kerboranê Rêber Ocalan mohra li xwe pîrozbahiyan da.  Gel bi dirûşmeyan serkeftina xwe diyarî Rêber Abdullah Ocalan kir.

Bi tevlêbûna bi deh hezaran li Mûş, Cizîr û Kerboranê serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinê de hate pîrozkirin. 

Gelê Mûşê piştî encamên hilbijartinê  hatin eşkerekirin ji bo pîrozkirina serkeftina xwe herikîn qada Kobanê ya li navenda bajêr. Di pîrozbahiya ku ji heftê heta heftê salî her kes lê amade bû, qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin û girse bi berzkirina dirûşmeyan serketin diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê berteka kalê ji Şirnexê ya li hemberî hilbijêrên sexte digot; “Tu ji ku yî, biaxive, tu ji ku yî” li ser dovîzan nivîsandin û bi pankartên mezin daketin a “Ev serketin wê tecrîdê bişkîne" bi meşaleyan ketin qadê. Gel jî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ciwanan pêşwazî kir.

Cizîr

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Cizîrê serketina partiyê ya di hilbijartinan de pîroz kir. Bi hezaran kesên li ber avahiya navçeyê kom bûn, bi fîşekên hewayî û meşaleyan serketinê pîroz kirin. Bi hezaran kesî dirûşmeya "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Nûrcan Alturk ku di pîrozbahiyê de axivî, got: "Berxwedana me ya birûmet û serbilind pîroz be. Duh li Şirnexê talaneke mezin kirin. Diz û hîlekar mil dan milê hev şaredariya me desteserkirin. Bi otobusan ji metrepolên Tirkiyeyê leşker anîn Şirnexê. Em bi gelê xwe bawer in. Em li li Elkê, li Şirnexê bi ser ketin. Em minetdarê gelê xwe ne. Serkeftina me pîroz be."

Hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Guler Tûnç û Abdurrahîm Dûrmûş jî serkeftinê pîroz kirin û diyarî gelê Şirnexê kirin.

Kerboran

Li navçeya Kerboran a desthilatê bi sedan leşker û polîs weke “hilbijêrên kirêkirî’ veguhestin jî nikarîbûn encaman biguherînin. Li navçeyê 570 dengên hatine veguhestin hatin tespîtkirin, beriya hilbijartinê ji bo zêdeyî 600 kesî ji YSK'ê re teblîxata sexte ya dengdêran hat kirin. 

Hevşaredar Asya Gezer xîtabî gelê  li ber avahiya Navçeya DEM Partiyê ya Kerboranê kir û got, "Hûn ji vê sibehê heta vê saetê bi kelecan û hêviyê li bendê man. We li dibistan û kolanan îradeya xwe, rûmet û sindoqên xwe parastin. Em bi rêzdarî li hemberî helwesta we serî ditewînin, bi we serbilind in. Ya ku me bi dest xist ev e. 

Li vir gelek hîle hatin kirin, bi sedan kes ji derveyî bajêr anîn. Çi kirin jî bi ser neketin. Ez hemû hewldanên we pîroz dikim. Ez spasiya hemû hevalên me yên ku ji metropolan hatin Kerboranê û li ser vîna xwe rawestiyan, dikim. Ez we bi rêzdarî silav dikim. Ev serkeftin ya me hemûyan e.”

ANF