Têkçûna AKP’ê dest pê kir

Çarşem 3 Nîsan 2024 - 00:16

Hevserokê PYD'ê diyar kir ku serkeftina DEM Partî serkeftina gelê Kurd e û got: "Encamên hilbijartinên xwecih ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpêka têkçûna AKPˊê û hevkarên wê ye."

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê encamên hilbijartinên xwecih ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û serkeftina DEM Partî ji ANHA’yê re axivî.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim serkeftina DEM Partiyê li gelê Bakurê Kurdistanê pîroz kir û got, "Ev serkeftineke dîrokî ye. Ev serketin ne ya DEM Partiyê tenê ye, lê belê serketina Kurdan e. Em hêvî dikin di qonaxa bê de guhertinên mezin çêbibin.’’

AKP êdî ne serdest e

Muslim der barê serkeftina muxalefeta li hember AKP'ê de jî got, "Bê guman civata navneteweyî rewşa Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Erdogan her tim digot ku partiya wî serwer e û tevahî Tirkiyeyê kontrol kiriye. Lê belê duh me dît ku muxalefetê serkeftineke mezin bi dest xist. Ev jî ji bo civata navneteweyî peyameke nû ye ku AKP li Tirkiyeyê ne partiya serdest e."

Salih Muslim îşaret pê kir ku serkeftina muxalefetê bi saya Kurdan bû û wiha domand: " Neteweyên Yekbûyî (NY) û civata navneteweyî yên ku çavdêrên xwe şandine Tirkiye gendelî û dek û dolabên AKP'ê baş dizanin. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku li hember AKP'ê bê sekinandin û binpêkirinên wê li Tirkiyeyê bên bidawîkirin."

Her tişt ji dest dan

Muslim destnîşan kir ku hilbijartinên xwecih û encamên wê, wê bandoreke mezin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikin û got: "Dewleta Tirk çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê qebûl nekir û li dora xwe faşîst û çete kom kirin. Lê belê îro wan gelek tişt ji dest dan."

Destpêka çûna AKP’ê

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku berxwedan û têkoşînê bidomîne û got: "Wek me gotiye hilbijartin destpêka têkçûna AKP'ê ye, lê belê ew ne her tişt e. Fikrê wan ê tundraw didome. Ev şer bi hevgirtin, yekitî û têkoşîna gelê me li hemû qadan ve girêdayî ye. Van hilbijartinan ji gelê me re piştrast kir ku dawiya berxwedanê serkeftin e. Di heman demê de peyamek da yên hewl didin Kurdan tune bikin ku ew ê nikarin wê yekê pêk bînin."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.