‘Şemamok’ zimanê dayikê fêrî we dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Tebax 2024 - 00:31

Li hemberî pirsa dayikeke Kurd a “Ez ê çawa bikarim zimanê dayikê fêrî zarokê xwe bikim?” qenala youtubeyê ya bi navê Şemamok hate vekirin. 

Ji bo ku zarok bi hêsanî hînî kurdî bibin, li ser platforma dîmenan a dîjîtal youtubeyê qenala “Şemamokê” hate vekirin. Şemamoka ku li hemberî pirsa dayikeke Kurd a “Ez ê çawa bikarim zimanê dayikê fêrî zarokê xwe bikim?” hate vekirin, bi zaravayê kurmancî xizmetê dide. Şemamok her wiha ji bo hînbûna kurdî ya zarokan alternatîfekê ava dike.  

Tevî ku gelek qenalên Youtubeyê hene ku ji bo zarokan bi zimanên cuda naverokê hildiberînin jî, gelek qenalên ku naverokê bi kurdî hildiberînin nînin. Şemamok di heman demê de armanc dike ku kêmasiyên li vê qadê ji holê rake. Di qenalê de tê armanckirin ku bi anîmasyon, dîmenên rengîn û stranan hînkirina kurdî hesantir bikin. 

Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin qenala Şemamokê. youtube.com/@Semamokk

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.