
Rodî Nalîn (Orhan Elma) û Herekol Hezex (Yunus Uras) ên di 3'ê Kanûna 2023'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê şehîd bibûn, hatin bi bîranîn.
Çalakiya ku li Salona Şaredariya Wetzlerê pêk hat û zêdeyî 400 welatparêz beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.
Di bi bîranînê de li ser navê KOMAW'ê Alî Batman axivî û got: "Şehîd fermandarên me ne. Şehîd ew in ku xwe bi canê xwe îspat dikin.”
Li ser navê TJK-E Axîn Gulo axivî û diyar kir ku ew îro ji bo şehîdên xwe li vir in ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe dane.
Siyasetmedar Îsmet Kem jî diyar kir ku wan li ber bi bîranînên şehîdên xwe soza mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî dane û got, "Xeta me xeta Serok Apo ye, xeta Jin Jiyan Azadî ye." Her wiha Kem di axaftina xwe de bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan. Piştî axaftinan nameyên ku ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel NPG'ê ve ji malbatên şehîdan re şandibûn hatin xwendin û sînevîzyon hate pêşandan. Çalakiya bi bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
ANF/GÎESSEN















