Sedr çû hesab ji bo Iraqê guherî
Çarşem 15 Hezîran 2022 - 05:22
Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê, Şaxewan Abullah da zanîn ku hevpeyamana sê alî ya Sedr, Barzanî û Helbûsî bi dawî bûye û divê PDK ji bo proseya siyasî ya Iraqê li gel Suniyan bicive.
Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Şaxewan Abullah ê PDK’î ji medya partiya xwe re peyivî û got, hevpeyamana sê alî ya Sedir, Barzanî û Helbûsî bi dawî bûye, lewma piştî îstîfayê parlamenterên Sedr li parlamenê nemane.
Şaxewan Abullah da zanîn ku divê PDK ji bo proseya siyasî ya li Iraqê li gel Suniyan bicive.
Di 12’yê Hezîranê de parlamenterên Tevgera Sedr nameyên xwe yên îstifayê radestî serokê Parlamena Iraqê kir. Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbusî îstifaya komî ya 73 parlamenterên Tevgera Sedr pejirand û îmze kir. Bi vê awayî matematîka avakirina hikûmetê û hilbijartina serokkomar li Iraqê ji binî ve guherî.
BEXDA