Tiştên di jiyana rojane de tên bikaranîn ji bo wî dibin malzemeyên hunerê. Hunermend Adam Hillman çavikên dolaban vedike û tiştik û miştikên ku bi kêrî wî tên ji bo hunera xwe li hev dicivîne û bi wan tabloyên rengîn çêdike. Hillman ji xwe re dibêje, “Sazkarê tiştan”. Ji dil jî karên wî nîşan didin ku ew sazkarekî baş e û ji malzemeyên piçûk yên rengorengo tiştên bêhempa diafirîne.
Bêhtir malzemeyên qirtasiye, pereyên hesin, darik û malzemeyên ku mirov dikarin paşê ew dîsa bikarbînin bikartîne. Hillman bi van malzemeyan portreyên navdar yên şêwekaran çêdike. Kompozîsyonên wî yên bi van tiştikan îlhama xwe ji tabloyên wan şêwkerên mezin û navdar digire.
Ew bi malzemeyên qirtasiyê yên piçûk tabloyê “Qêrîn” yê şêwekar Edvard Munch çêdike, her wiha wî otoportreyê Van Gogh jî û tabloyê “Guernica” jî çêkiriye bi van malzemeyan. Mînak ew ji bo portreyê Van Gogh garisên ku teqiyane bikartîne. Ji tabloyên dîtir malzemeyên bi vî awayî bikartîne.
Kompozîsyonên wî yên rengorengo her çiqas wek yên orjînal nebin jî ew jî têra xwe xweşik û balkêş in.
Ev tabloyên balkêş yên bi malzemeyên jiyana rojane afirîneriya Adam Hillman nîşan dide. Ew dizane ji derûdora xwe sûd wergire û kîjan malzemeyan ji bo hunerê xwe bikarbîne. Ji lewre ew sazkarekî qenc e.
NAVENDA NÛÇEYAN