Saz enstrumanek şoreşgerî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:56

Hunermend Goran Emîn muzîkjenê sazê ye, ciwanekê gelek bi hêvî ye û xelkê navçeya Kelarê ya navenda Îdareya Germiyanê ye. Ew xortekê Yarsanî ye û li sala 1993’yan ji dayik bûye. 10 sal in hînî lêxistina sazê (tembûr) bûye. Li Kerkûk, Silêmanî û Kelarê beşdarî qurs û festîvalên hunerî bûye. Wî li Germiyanê çendîn kes fêrî lêxistina sazê kiriye û hunerê weke beşeke girîng di jiyana mirovan de pênase dike.

Goran dibêje, ew di bin bandora çend hunermendên Kurd de maye ku ji wan Hozan Serhed, Ahmet Kaya, Mem Ararat û çend hunermendên din û xitabê giyanê wî dikin. Ev yek bûye sedem ku ji bo rihetiya giyanî xwe fêrî sazê bike. Destpêkê xwe bi saza birayê xwe amûra sazê nas kir û paşê bi rêya YouTube û beşdarbûna qursên fêrbûnê fêrî sazê bû.

Derbarê amûra sazê de hunermend Goran Emîn wiha got:“Saz amûreke şoreşgerî ye û şoreşgerekê weke Şehîd Serhed bikar aniye. Saz weke enstrumanên ûd û tar sunetiye. Ji ber ji van esntrumanên sunetî, saz xwedî ruhekê şoreşgerî ye. Li sala 2014’an de min di Koma Aran de dest bi kar kir. Ev bû yekemîn karê min ê hunerî. Paşê li bajar, navçe û bajarokan ez beşdarî çend kom û festîvalan bûm. Naskirina sazê ji bo min pir girîng bû.” Goran ji baweriya Yarsanî ye û hemû ferdên malbata wî di aliyê hunerê de xwe pir pêşxistine, şarezayên enstrûmanên mûzîkê ne. Bi taybetî jî xwîşk û birayekê wî bi heman şêweyî wî sazlêder in. Di dawiyê de Goran Emîn bang li ciwanan dike ku xwe fêrî mûzîkê û enstrumanên mûzîkê bikin, dema xwe bi tiştên cûda ve vala derbas nekin û got:“Rêya hunerê gelek bi feyde ye, ruhê mirovan aram dike û me fêrî arambûyînê dike. Xeyala min ew e ku komeke mûzîkê ya taybet bi sazê ava bikim.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.