Şaredariya Dêrazorê dest bi projeya avê kir
Çarşem 12 Adar 2025 - 17:30
- Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê dest bi avakirina pergala tabloyên enerjiya tavê ya ji bo stasyona ava vexwarinê ya Zîban kir.
Tîmên Yekitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê dest bi projeya zêdekirina tabloyên enerjiya tavê ya ji bo stasyona avê ya Zîban kir.
Stasyon avê ji çemê Firatê dikişîne û avê dide 15 taxên li bajarok; ji wan El Hefil, El Litwe, El Nahibe, El Zirne. Armanca projeyê pergala enerjiya tavê were avakirin ku saetên xebatê werin zêdekirin û bar li ser şêniyan were sivikkirin.
Di projeyê de 343 tabloyên enerjiya tavê yên 120 kw ji bo stasyonê, 30 kw xav û 90 kw safî, tên siwarkirin, her wiha jenetor, tabloyên kehrebê werin tamîrkirin û sûre derdora stasyonê were girtin.
Li gorî Şaredariya Gel a Zîban, wê proje saetên xebitandina stasyonê ya rojane bike 12. Berê tenê 4 saetan stasyon dixebitî.
Cihê projeyê hat rastkirin, hîmên tesbîtkirina tabloyan hatin kolandin û stûnên taybet hatin danîn.
Li gorî Şaredariya Gel a Zîban wê proje 4 mehan dom bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li bajarê Zîbanê 2 stasyonên avê hene û ji sedî 70 pêdiviyên xelkê bajêr dabîn dikin. Li gorî Şaredariya Gel, wê Yekitiya Şaredariyan xebatên li stasyona avê ya El Omer çend meh din dîsa dest pê bike. Ew stasyon ava vexwarinê ji qenaya avdanê ya beşa 6’an dikişîne û wê stasyon avê bigihîne tevahî taxên ku av nagihîninê, mîna herêma kolana giştî û Hawî Zîban.
ANHA/DÊRAZOR