Şanoya vekişîna hêzên Rûs ji Şehbayê
Pêncşem 15 Nîsan 2021 - 06:30
Doh sibehê, yekîneyên Rûsyayê ji nişka ve xwe ji gelek nûqteyên li herêma Şehba vekişand. Hêzên Rusyayê ragihand ku ew ê ji Şehbayê derkevin. Tevî vê jî, paşê hin nûçe hatin belavkirin ku hêzên Rûs vegeriyane hin navendên xwe yên li Til Rifetê. Ji ber wê nayê zanîn ev vekişîneke bi rastî ye, yan weke gelek caran gefxwarina li hêzên Kurd e.
Yekîneyên Rûsyayê nûqteyên xwe yên li gundên Til Rifat, Şêrewa û Kiştehareyê vala kirin. Wan ragihand ku ew amadekariyên derketina ji Şehbayê dikin. Hate îdîa kirin ku ew ê biçin Helebê.
Li deverên ku Rûsyayê vala kirin, artêşa Sûrî û hêzên piştgirê wê bi cih bûn.
Di heman demê de dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî Şehbayê zêde kirin. Dewleta Tirk a dagirker doh sibehê bombe li gundê Şiwarxe û Keleha Şiwarxe yên navçeya Şera ya Efrînê barandin. Wê di heman demê de jî êriş birin ser gundê Minixe yê Şehbayê. Di encama bombardûmanê de du leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.
ŞEHBA