Şanoya ‘Jenosîd’ behsa qirkirinê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 00:14

BÊRÎVAN KUTLU / MA / TEHRAN

Şanoya "Jenosîd" ku ji aliyê derhênerê Kurd ê rojhilatî Muhsîn Azîmî ve hatiye nivîsandin, li Ostad Meşayxî ya Tehranê dest bi pêşandanê kir. Şano li ser qirkirina Kurdan û gelên Rojhilata Navîn e. Derhêner Azimî got: “Çîrokeke balkêş a bav û dayikeke ku hewl didin zarokên xwe yên mirî vejînin û vegerînin cîhana xwe; di vê navberê de, ew bi mirovên mexdûrên Jenosîdê re rû bi rû dimînin." 

Azîmî da zanîn ku ji ber zimanê perwerdehiyê farisî yê malbata wî pê re bi Kurdî neaixiviye û ji ber ku birayên wî yên mezin di xwendin û nivîsandina farisî de zehmetiyan kişandine malbata wî ew bi farisî mezin kiriye. Azimî ku paşê fêrî Kurdî bûye û bi taybetî di warê zaravayan de zehmetiyê dikişîne, diyar kir ku her çend bi Kurdî bixwîne jî nizane binivîsîne, lewma hevalên wî berhemên wî wergerandine Kurdî.  

Azîmî ku heta îro zêdetirî 20 şano nivîsandine û lîstine, di şanoyên xwe de bi trajediyên civakî re mijûl dibe. Li ser serpêhatiyên gelê Kurd ji Enfalê heta îşkencekirina jinên Êzdî yên di girtîgehên DAIŞ’ê de hûr bûye. Azîmî diyar kir ku şanoya Jenosîd li ser bîranînên kesekî ku ji bombebarana Helebçeyê ya ji aliyê sedam ve çekên kîmyewî hat kirin rizgar bûye, çêbûye. 

Berhemên li çar parçeyan dişopîne

Azîmî da zanîn ku Kurdên li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başhûrê di bin serweriya dewletên cuda de rastî heman pirsgirêkan tên û got ku ew berhemên hunermendên Kurd ên li parçeyên cuda dişopîne û girîng dibîne. Azîmî anî ziman ku Kurd tevî ku li welatên cuda dijîn jî ji ber ku Kurd ne azad in gelek mexdûr in û got ku ew rastî gelek pêkanînên xerab ên weke koçberî û komkujiyan hatine. Azîmî navê rewşenbîrên ku bandor lê kirine wiha bi rêz kir: “Abdullah Ocalan, Mensûr Yaqûtî, Elî Eşref Derwîşiyan, Şîrko Bêkes, Kayhan Kelhor, Letîf Helmat, Ferhad Pîrbal, Şîrzad Hesen, Hesen Zîrekk, Bahman Qobadî, Cemîl Rostemî, Şivan Perwer, Mezher Xaliqî.”

Mohsen Azimî kî ye?

Muhsîn Azîmî di sala 1979'an de li Kirmaşanê ji dayîk bûye. Azîmî di destpêka salên 1990'î de li navenda perwerde-çandî ya Şahr Sahne (Kirmanşah) di bin destê rahênerê şanoyê Seyîd Hicab Elhamî de dest bi şanoyê kiriye. Azîmî ku di navbera salên 1996-2000'î de şîrketa xwe ya şanoyê damezrandiye, wekî lîstikvan, derhêner û nivîskar beşdarî mihrîcanan bûye. Azimî ji nîvê salên 2000'î ve wekî nivîskarê şanoyê dixebite.

Hin ji lîstikên Azîmî ev in: “Ez Pip im, Birêz Dickens, Û Ev Ez im, Jineke Bitenê, Viyar (Hêz), Jenosîd, Penceşêra Bêdengiyê, Çend Çîrokên Biçûk, Xapîn, Ferengis, P.W, Anis, Yanî Mounes, 6410, Trik (Tufek û Tembûr), Hary û Jean, Zeviyek Vala, Çîçek, Parrotek, Barana Dawî ya Payîzê, Selma, Pira, Heliborn, Teker, Tûxle, Her Tim Her Tişt Ne Eynî Ne." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.