Şanoya Amedê bernameya meha Çile diyar kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Kanûn 2022 - 03:34

Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha Çile diyar kir. Di sala 2023’an de Şanoya Bajêr dê bi 5 lîstikên xwe derkeve hemberî temaşevanan. 

Di nav lîstikên ku ew ê di meha Çile de werin lîstin di lîstikeke nû ya bi navê “Seyrana Li Çeper” jî heye ku ji hêla Nîsk Huner ve hatiye amadekirin. Derhêneriya lîstikê Nazmî Karaman dike. Nîsk Huner komeke nû ya şonayê ye ku li Êlihê hatiye damezirandin. 

Lîstikên ku di meha Çile de li Şanoya Bajêr a Amedê werin nîşandan ev in;

6-7 Çile “Dawiya Dawî”

11-12 Çile “Seyrana Li Çeper”

13-14 Çile “Don Kîxot”

15- Çile “Masîreşka Biçûk”

20-21/27-28 Çile “Dek û Dolabên Scapen”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.