ŞanoWan dest bi atolyeyên şanoyê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Mijdar 2022 - 03:43

Şanoger Bêrîvan Budakbeyoglû têkildarî atolyeya şanoyê ya li ŞanoWanê, agahî dan û gazî ciwanan kir da ku biçin qeyda xwe çêkin. 

ŞanoWan a ku ji sala 2017’an ve li Wanê xebatên xwe dimeşîne, sala 2023’yan jî dest atolyeya şanoyê çêdike. Ji bo atolyeyê perwerdehiya lîstikvanî, drama û jixwebewerî wê bê dayîn. Miracaet wê heta 15’ê Kanûnê bidomin. Miracaetên ciwanên ji 18 salî mezintir wê bên qebûlkirin. Lîstikvanên ŞanoWanê di çarçoveya atolyeyê de wê hefteyê 2 caran, 3 mehan dersan bidin. Lîstikvana ŞanoWanê Bêrîvan Budakbeyoglû bang kir da ku ciwan tevlî atolyeyê bibin.

 

Ne tenê lîstik perwerdehî ji heye 

Budakbeyoglû anî ziman ku wan di 15'ê Mijdarê de dest bi miracaetan kirine û beriya niha du caran atolyeya şanoyê vekirine. Budakbeyoglû diyar kir ku ew wek ŞanoWan tenê lîstikan dernaxin ser dikê, di heman demê de bi atolyeyên cûr bi cûr di warê şanoyê de jî xelkê perwerde dikin: "Yek ji armancên me yên sereke ew e ku hem şanoya xwe çêkin hem jî bi perwerdeyên ku em ê bidin, şanoyê mezin bikin. Ji bo vê jî em dixwazin perwerdeyê bidin ciwanan. Me du caran atolyeyên şanoyê li dar xistin. Ev atolye hem ji bo me hem jî ji bo kesên hatin atolyeyê ezmûnên xweş bûn.” 

 

Ders bi Kurdî ne

Budakbeyoglû li ser atolyeyê ev agahî dan: "Di vê atolyeyê de perwerdehiya lîstikvaniyê, drama, jixwebewerî wê bê dayîn. Helbet atolyeyên me dê bi Kurdî bin. Tevlîbûna ciwanan a komxebata atolyeyên berê kela canê me rakir. Ji ber ku piştre bi dilxwazî beşdarî lîstikên me bûn û alîkariya me kirin. Em bang li ciwanan dikin, ji bo atolyeyê bila bên qeyda xwe bikin.” 

MA/WAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.