Şandeya KNK'ê li Emerîkayê ye

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:45

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo hin serdanên dîplomatîk bike çû Washîngtonê. Şandeya bi serokatiya Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs bi endamên Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û endamên Senatoyê re hevdîtin kir. Her wiha bi rayedarên Wezareta Karên Derve û 8 saziyên cuda yên thînk-thankê re jî civîn lidar xist. Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs anî ziman ku di civînan de wan pêşniyarên xwe yên li ser rewşa li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê parve kirine. Şande piştî hevdîtinên li Washîngtonê wê derbasî New Yorkê bibe û li wê derê jî danûstandinên xwe dewam bike. Hevserokê KNK'ê têkildarî atmosfera hevdîtinên dîplomatîk axivî û diyar kir ku wan hem di hevdîtinên bi endamên Meclîsa nûneran, Kongre, rayedarên Wezareta Karên Derve hem jî di civînên bi saziyên fikrî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Ahmet Karamûs ragihand ku hevdîtin erênî derbas bûn û nêzîkatiya li şandeya KNK'ê erênî bû û got:"Helwesta Kurdan gelekî guncaw hate dîtin. Civînên me erênî derbas dibin."

ANF/WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.