Benedetta Argentiere: Gava mirov şahidiyê li guhertinên wisa dike, ev gelekî bi qedr û qîmet e. Ev gelekî girîng e. Helbet di rojekê de bi carekê mentalîte naguhere. Çawa Heval Rojda Felat digot, şerê li dijî baviksalariyê şerekî herî zehmet e.

LUQMAN GULDIVÊ

 

Rojnamevan, filmçêker û derhênera Îtalî Benedetta Argentiere berê li ser xwepêşandanên Gezî ‘Çapulcu-Voices From Geziʼ çêkiribû sala 2013ʼan; piştre wê lêgerîna sê înternasyonalîstan ên li alternartîfan digeriyan û berê wan ketibû Rojava bi navê Our War (Şerê me) sala 2016´an kiribû film. Sala 2017ʼan wê dîmenên filma xwe ‘I am the Revolutionʼ li Efxanistan, Iraq û Rojava girtin. Ew van herdu salên dawiyê jî demeke dirêj li Rojava ma ji bo du projeyên xwe yên belgefilmçêkirinê. Yek ji filman behsa 3 jinên ji Reqa dike û nîşan dide ka ew çawa dikevin nav pêvajoya guhertin û demokratîkkirina civakê. Filma din dixwaze wê gotara ku jinên DAIŞʼê weke mexdûr nîşan dide, pûç bike. Ew dibêje, tiştekî gelekî bi qîmet e, mirov karibe şahidiya guherîna civakî bike.

Serdanên te yên Rojava piştî hilberîna filma "I am the revolution" çawa bûn tu dikarî behsa wan bikî?

Ez gelek caran çûm Rojava. Sala 2019ʼan jî ez qederê salekê li Rojava mam. Ez Adara 2019ʼan çûm Rojava ji bo girtina dîmenên filma ez li serê niha dixebitim yê li ser jinên DAIŞʼî. Li ser mentalîte û psîkolojiya wan; û aliyê wê yê siyasî. Rojnamevan û filmçêker bi pirranî hewl didin sansasyonel bikin, lê min bi xwe xwest bi rastî fêm bikim çima evqas mirovan û nexasim jî jinan xwest tevlî nav refên DAIŞʼê bibin. Û eşkere xuya ye ku wan ji propagandayê dizanî ku DAIŞ ji jinan nefret dike. Ya rastî gelek jin ji ber gelek sedemên cihê biryar dane ku tevlî nav refên DAIŞʼê bibin. Yek ji sedeman ku divê bike em mirovên li welatên rojava illehî pê zanibin, ya ku mirovan jixwe bi xwe sil dike, havî dike ye; ew îndîvîdualîzma (ferdiyetperestî) pirr zêde û tiştên welê.
Piştre, gava ez li wir bûm, dewleta Tirk Cotmeha 2019ʼan Rojava dagir kir û ez hingê li wir mam da ku rojnamevaniyê bikim; jixwe tu jî dizanî ez rojnamevan im jî.

Berê awira te berê li têkoşîna jinan bû, te ji wir berê xwe çawa da jinên DAIŞʼî?

Di destpêkê de di dema operasyona Baxozê û ya Dêre Zorê de çawa medyaya mainstream a rojavayî behsa jinên DAIŞʼî dikir. Vê medyayê hem ji wan jinan bawer dikir. Wê bê bîra we, wan digot, wele min da dûv mêrê xwe, birayê xwe û nizanim kê, ez bi xwe mexdûr im, min nedixwest li vir bim. Lê heqîqet yeke din bû. Pirraniya jinan dixwest tevlî nav refên DAIŞʼê bibin, û ew beşeke çalak a rêxistinê bûn. Ha vê gotara hanê ez gelekî aciz dikirim ku jinên DAIŞʼî weke mexdûr nîşan didan.
Em ji jinên Êzîdî yên hatin azadkirin dizanin ku jinên DAIŞʼî bi rastî gelekî hov bûn û gelek sûc kirine. Yanî wê gotara digot, jinên DAIŞʼî tenê li mala xwe bûn û ti tişt nedikirin, rastî nîşan nedida. Ji bo min gelekî muhim bû mirov behsa wê yekê bike ku tevlîbûna nav refên DAIŞʼê ne tiştekî bêguneh e. Ew dikarin îro encamên vê yekê li kampa Holê bibînin. Li wir 11 hezar jinên biyanî li kampê strukturên DAIŞʼê ji nû ve ava kirin. Ew hov û gelekî êrişkar in. Tiştên din jî hene, gelekî girîng e, hikûmetên biyanî, yên welatên rojavayî nexwestin berpirsiyariya welatiyên xwe yên DAIŞʼî bigirin ser xwe. Bi ser de jî ti alîkariyê nadin Rêveberiya Xweser da ku karibe miamele bi van mirovan re bike. Ew şerê DAIŞʼê dikin. Rêveberiya Xweser xwest ji bo dadgehkirina van mirovan dadgeheke navneteweyî damezrîne, da ku halo di rewşeke zelûl de nemînin.
Heta niha hêzên navneteweyî xwe nadin ber vê û sedem jî dewleta Tirk e; ew ditirsin Bakurê Sûrî rewa bikin. Ev muhim e, hikûmet naxwazin welatiyên xwe bibin û li aliyê din naxwazin tiştekî jî bikin. Rêveberiya Xweser di rewşeke gelekî xirab de ye. Miamelekirina bi van mirovan re tehlûkeyeke cidî ya ewlekariyê ye ji bo Rêveberiya Xweser. Bi ya min ev hemû gelekî girîng bû mirov behsa wê bike. Ez niha hewl didim vê bikim.

Gelo tu wê di filma xwe de helwêsta medyaya mainstream ya beramberî jinên Êzîdî û jinên DAIŞʼî weke pirsgirêk nîşan bidî?

Bi ya min gelek rojnamevan ne bi çandê û ne jî bi peywendê dizanin, tên ji bo hefteyekê, û hewl didin heta ji wan tê gelek meqaleyan binivîsînin. Li Baxozê me dît, jinên ku heta dawiyê mabûn li wir bûn. Hin ji wan şervan, hin ji wan weke çalakgerên xwekuj bûn, hinên din xwe ji bo kamerayan paqij dikir û digot, ew bi mêrê xwe re hatine, ti gunehê wan nîne. Ev rolek bû.
Axir ez nikarim bibêjim ka mirovên din çawa dixebitin, lê sedema ku min ev proje çêkir ev e.

Filmên te yên beriya niha peyamên eşkere didan. Gelo ev filma te ya niha jî wê peyamên ev qasî zelal bide?

Ez hîna nizanim. Hîna proje ew qasî bi pêş neketiye. Helbet wê peyam hebin di nava filmê de. Hîna jî divê ez senaryoyê safî bikim. Ji ber ku krîza Koronayê û wan ez bi derengî ketim ji xwe.

Ji bo filmê tu çûyî kampa li Holê, tu tenê bûyî yan tu hatî parastin?

Ez û koma xwe bûn. Em sisê bûn, hevalek jî carinan bi me re bû da ku nîşanî me bide. Bi tehlûke bû. Rojekê me dîmen digirt, em nêzî bazarê bûn û jinên Rûs ên DAIŞʼî gule li asayîşê reşandin, asayîşê jî li wan vegerand. Lê pirsgirêkeke me ya cidî çê nebû. Em baş ji heq derketin.
Bi şev me nekarî bi rê kevin, em ji Hesekeê diçûn Holê. Ne rehet bû. Em li Hesekê man û ji bo dîmengirtinê çûn Holê.

Gelo jina te şopand yan jî kesên pê re peyivîn, behsa jinên Êzîdî yên ku wan kiribûn êsîr, kirin yan na?

Li Kampa Roj jinên ku kêmtir tundraw bûn hebûn. Yan jî wisa dihat nîşandan. Li wir gava ku min pirsa Êzîdiyan dikir, wan ji xwe re hincet didîtin. Pirraniyê nedixwest bersivê bide. Jineke Fransî mesela got, mane di sedsala 14ʼan de li Ewrûpayê jî koledarî hebû. Tiştên ecêb yanî. Rewşek e ku kezeba mirovan dişewitîne, ka jinan çi miamele bi jinên din kirine. Em bi rêya wan jinên Êzîdî yên ji DAIŞʼê filitîn dizanin ka wan çi aniye serê jinên Êzîdî. Wan ji min re got, jin ji mêran jî xirabtir bûn. Vê kezeba min şewitand.
Axir gelek ji wan hîç li xwe mikur nedihatin, ku wan êsîr li mala xwe girtine yan na, wan bersiv neda van pirsan.

Tu dizanî gelo kar û xebatek heye ji bo belgekirina sûcên wan?

Naxêr, ez nizanim. Lê ez behsa tiştekî din bikim. Li kampa Holê gava dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir, gelek caran hat serê min ku jinên DAIŞʼî dihatin û ji min dipirsîn gelo agahiyên li ser dagirkeriya Tirkiyeyê yê ez bidim wan hene yan na. Dipirsîn ka Tirkiye nêzîk e yan na, gava min digot erê, wan digot, tê bibînî, ew ê bên û me rizgar bikin. Em bi vê dizanin. Gava ev qewimî jî em ê we hemûyan serjêkin. Ev baweriya ku dibêje, Tirkiye wê wan rizgar bike, desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞʼê carek din piştrast dike û gelekî manedar e.

Ji bilî vê filma li ser jina DAIŞʼî projeyeke te ya din heye?

Niha ji bilî vê filma li ser jinên DAIŞʼî ez belgefilmeke 30 deqîqeyî amade dikim. Di wê filmê de ez sê jinan li Reqayê nîşan didim. Ew di nava civakê de çalak in. Ew bi rastî jî dixwazin civakê biguherin bi rêya wan amûr û navgînên ku tevgera Kurd dide wan. Bi ya min ev gelekî pirr girîng e; Konfederalîzma Demokratîk dikare li her civakê bê tetbîqkirin. Bi ya min ev gelekî girîng e.

Gelo ev projeyeke nû ye?

Ev jî projeyeke nû ye. Projeyeke dirêj ya bi Tuba heye, jina DAIŞʼî ya li Holê min şopandî. Û ev filma din. Ez pê gelekî kêfxweş im. Ji ber ku ez bi xêra wê demeke dirêj li Reqa mam û di demeke gelekî nêzîk de wê bê weşandin. Ez gelek hefteyan li Reqa mam, me dîmen girtin. Ez bi rastî hez ji Reqa dikim. Bi rastî rewşa wê gelekî zehmet e. Lê belê ez difikirim ku Reqa dikare nîşan bide ka çawa şoreş belav dibe.

Ev sê jinên tu di filmê de nîşan didî, ji nava Reqa ne yan ji herêmên eşîran?

Hersê jî ji nava Reqayê ne. Yek ji tevgera jinan e. Yeke din ji tevgera çandê ye, li tembûrê dide, ya sisiyan jî di şaredariyê de kar dike.

Mirovên ji Reqayê çawa reaksiyonê nîşanî van jinan didin?

Helbet gelek kes qebûl nakin. Lê ev pêvajoyek e, ew hêdî hêdî û pêre pêre diguherin. Gava mirov şahidiyê li guhertinên wisa dike, ev gelekî bi qedr û qîmet e. Ev gelekî girîng e. Helbet di rojekê de bi carekê mentalîte naguhere. Çawa Heval Rojda Felat digot, şerê li dijî baviksalariyê şerekî herî zehmet e. Lewma ji ber ku baviksalarî kok û şax berdana nava civaka me, zêhniyeta me. Şahidiya li vê guhertinê gelekî muhim e.
Hin jin gef li wan tê xwarin, lê ew têkoşîna xwe dewam dikin.

Hem projeya dirêj û hem jî eva li ser jinên Reqayê wê kengî bên weşandin?

Filma dirêj a li ser jina DAIŞʼî Tuba wê hîna herî kêm 8 meh lê biçin û ez bawer dikim wê di sala 2021ʼê de bê weşandin. Herçî filma Reqayê ye, wê di nava çend hefteyan de bi dawî bibe û bê belavkirin. Lê herçî Tuba ye, filma wê, wê hîna gelek lê biçe. Tuba di dema êrişa dewleta Tirk de li kampa Eyn Îsayê bû, hingê karî ji kampê bireve, û niha li Parîsê ye.

I am the Revolution

Filma wê ‘I am the Revolutionʼ, nexasim di nava tevgerên jinan de gelekî hat ecibandin. Ji ber wê em li ser vê filmê û serketina wê jî pê re peyivîn.

Reaksiyonên ji bo filma te ‘I am the Revolutionʼ çawa bûn?

Ji bo min reaksiyon surprîzek bû. Film ji ya ku ez li bendê gelekî baştir çêbûbû. Xelkê bi rastî hez jê kir. Wan her wiha hez ji aliyê wê yê siyasî û peyaman kir. Diyar e ku gelekî zelal bûn. Gelek hatin cem min û gotin em dixwazin bêhtir bikin. Ev ji bo min serketineke mezin bû. Min dixwest nîşan bidim têkoşîna jinan ne tenê li Rojava ye, lê li dinyayê hemûyî ye. Têkoşîn çiqasî zehmet jî be li deverên weke Efxanistanê, li wir jin hene ku dixwazin rastiyê biguherin.
Divê mirov şer bike, têkoşînê sereqet bike. Ji bo ku jin bi rastî bibe kirdeyek. Heta ji min hat min hewl da dogmatîzmê li derve bihêlim û peyameke ewqasî zelal bidim ku herkes bi rehetî jê fêm bike.

Di vê filmê de te Rojava jî nîşan da, lê tenê aliyê eskerî, çima?

Me sala 2016ʼan biryara çêkirina filmê da, lê me dîmen sala 2017ʼan girtin, di dema ku operasyona Reqayê bi rê ve diçû. Heval Rojda Felat ew bi rê ve dibir. Di filmê de me dixwest em têkoşîna jinan bi temamî nîşan bidin. Aliyê eskerî Rojava bû, me xwest çarçoveya siyasî nîşan bidin, çima jin şer dikin, çi kir ku ew şerê çekdarî bikin. Piştre me li Iraqê bi Yenerê têkoşîna civaka sivîl nîşan da. Li Efxanistanê bi Selay aliyê siyasî nîşan da. Ew berdevka partiya xwe ye. Yanî timî aliyên din ên têkoşînê hene.