Şahê denbêjan Şakiro tê bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 22:06

  • "Şeva Bibîranîna Şahê Dengbêjan Şakiro"

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Navenda Çandê ya Golgeyê (GKM) di 24'ê Hezîranê de yanî sibe, bi munasebeta 26'emîn salvegera mirina dengbêj Şakiro, li Navenda Çandê ya Cem Karaca "Şeva Bibîranîna Şahê Dengbêjan Şakiro" wê li dar bixin. Bibîranîn saet 19.00'an dest pê bike û dê di destpêkê de helbestvan-nivîskar Murathan Mungan biaxive. Dengbêj Zahiro, Kazo, Xênî, Salihê Qubînî, Hediya, Eylul Nazlier û Erhan Kaya jî wê tevlî bibîranînê bibin. 

Ji xeynî vê di beşa diduyê ya bibîranînê de giringiya dengbêjiyê di çanda Kurdî de wê bê nîqaşkirin. Di vê beşê de jî hunermend Ciwan Haco, Omer Guneş, Îbrahîm Şahîn, Hozan Marûf û Hozan Şemdîn jî bi rêya vîdeo konferansê wê tevlî bernameyê bibin û mijarê binirxînin. 

‘Şakiro bîra Kurdan e’

Hunermendê NÇM'ê Engîn Denîz li ser şeva bibîranînê dibêje, dengbêj Şakiro ji bo Kurdan temsîliyeta rêûresmeke dîrokî ye û di heman demê de bîra Kurdan e. Denîz dibêje, ev cara ewil e ku ew ê ji bo Şakiro çalakiyeke berfireh li dar bixin û di çalakiyê de ew ê di şexsê Şakiro de dengbêjên jiyana xwe ji dest dane hemûyan bi bîr bixin. Denîz balê dibe ser zext û zoriyên li ser çanda Kurdî jî û dibêje, "Em hemû bi çewisandinên çandî, aborî û siyasî re rû bi rû diman, lê îsal çewisandin pirr berbiçav bûne. Cara ewil e ku ev qasî eşkere êrişê dibin ser Kurdî.

Lewma ev di heman demê de dê bibe bersiva van êriş û çewisandinan jî. Bi rastî jî qedexekirina zimanê civakekê tiştekî hovane ye. Em Kurd jî dixwazin li hemberî van êrişan xwedî helwêst bin û bibin bersiv.”

Denîz di dawiyê de bang li her kesî kir da ku tevlî şeva bibîranînê bibin.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.