Ruhê min ji te diçe!

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Mijdar 2021 - 23:59

  • Rayedarekî rejîma Îranê, yê ser bi Artêşa Îranê, berpirsê sînemayê ye; wî xwest derhêner Asghar Farhadî weke kesekî nêzîkî rejîmê nîşan bide: “Farhadî, filmçêkerekî bi aqil e, hem Komara Îslamî hem jî yên derveyî rejîmê bi helwestên xwe kêfxweş dike.” Farhadî bersiva wê da: “Ez zelal bibêjim, ruhê min ji te diçe!”

XASÊ CÛNÊ

Beriya mehekê “Komîteya Filmên Îranê” da zanîn ku wê filma Asghar Farhadî ya dawî a bi navê “Hero” (Qehreman) ji bo xelatên Oscarê hilbijartiye û ev film dê Îranê temsîl bike. Filma “Hero” li festîvala Cannesê jî hatibû nîşandan û ji wir xelata juriyê wergirtibû. Filmên Farhadî yên bi navê “Jodaeiye Nader az Simin” (Veqetîn) û “Forushande” (Firoşkar) di salên 2012 û 2017’an de Îran li Emerîkayê ango li Oscarê temsîl kiribû û ji wir xelatên herî baş yên filmên biyanî wergirtibûn. Her wiha Farhadî sala 2017’an ji bo polîtîkayên Donald Trump yên koçberiyê protesto bike, tevlî merasîma xelatên Oscarê nebûbû û ew boykot kiribûn.

Gotina ‘rejîmê kêfxweş dike’

Filma wî ya herî dawî “Hero”, piştî ku hat nîşandan, hin rexne jî derxistibûn holê. Hin kesan da zanîn ku Farhadî, hepsên Îranê baş nîşan dide û dixwaze bi filma xwe rejîma Îranê ji sûcên wê xelas bike. Piştî ku film ji bo Oscarê hat hilbijartin, ev nîqaş bêhtir fireh bûn. Li gorî nûçeya “Iran International” muhafizekî Artêşa Şoreşa Îranê, ku ser bi beşa sînemaya Îranê ye ji bo Farhadî gotiye, “Farhadî, filmçêkerekî bi aqil e, hem Komara Îslamî hem jî yên derveyî rejîmê bi helwêstên xwe kêfxweş dike.” Farhadî jî li hemberî vê gotinê bêdeng nema û 16’ê Mijdarê li ser hesabê xwe yê Instagramê ev gotinên wî nirxandin û rexneya li wî hatiye kirin jî qebûl nekir. Farhadî bi hişkî li vî muhafizî vegerand: “Ez zelal bibêjim, ruhê min ji te diçe!”

Farhadî di dewama axaftina xwe de got, “Bi salan e, ez hay ji sînorên xwe heme, her tim dinivisînim û filman çêdikim.

Gelek caran gotinên ne baş ji min re gotin û bêbextî li min kirin, lê min hewceyî bi bersivan nedît. Lê ev bêdengiya min ji hêla hin kesan ve şaş hate fêhmkirin. Bi salan e, medyaya radîkal ya muhafezakar dixwaze min tine bike û bi îmaja min dilîzin. Niha jî bi awayekî dixwazin min nêzîkî rejîmê nîşan bidin, hûn bi çi aqilî vê yekê dikin? Min her tim derbarê vê rejîmê û pêkutiyên wê de rexne kirine û êşên ku bi gel dane kişandin, anîne ziman. Ji kesên ku sala 1996’an li Ukranya hatin kuştin, heta bi zextên wan ên li ser jin û zarokan, min ew rexne kirine. Her wiha derheqê nêzîkatiya polîtîkayên Îranê ya ji bo pandemiyê jî, ku welat kiriye wek selexanê, min gotinên xwe kirin û nivîsandin.”

‘Ez ne nêzî hikûmetê me!’

Farhadî got, hikûmeta Îranê her tim peyama “Heger Farhadî venegere Îranê dê ji bo wî baştir be!” dide dinyayê, ji lewma jî helwêsta kesên ku wî wek nêzî hikûmetê nîşan didin, qebûl nekir û got, ti kes nikare min nêzî hikûmetê nîşan bide.

Farhadî got, “Ev hikûmet di lêpirsînan de û li balafirgehan dest danî ser pasaporta min. Min ev tişt ji bîr nekiriye. Niha hûn bi çi awayî min kesekî wek nêzî hikûmetê nîşan didin!”

‘Bi filmên xwe şantajê li Îranê dikim’

Farhadî anî ziman ku ew bi salan e bi filmên xwe şantajê li rejîma Îranê dike. Ji lewma jî tohmeta dibêje, ew sûcên rejîmê vedişêre, li ser xwe qebûl nekir û got, “Ev gotin min matmayî dihêlin.” Farhadî ji bo muhafizê ku ev gotin jê re kirine jî got, “Ez ti carî nêzî kesayetiya te ya paşverû nebûm û bi nihêrînên te re jî ti elaqeya min tine ye. Hewce nake tu pesnê min jî bidî, pêdiviya min bi tiştekî wiha jî tine ye. Heger heta niha min behsa zilma we nekiribe, ev yek ne ji tirsê ye, vê yekê zanibin. Ez tenê dixwazim bi karên xwe yê sînemayê werim bibîranîn. Sedem ev e.” 

‘Ji we tê namzetiya min betal bikin’

Farhadî herî dawî anî ziman ku hilbijartina filma wî ya ji bo Oscarê, nayê wê maneyê ku ew di bin ala rejîma Îranê de ye.

Farhadî bang li rejîmê kir û got, ew kêngî dixwazin, dikarin namzetiya wî ya ji bo xelata Oscarê betal bikin û ev yek ne xema wî ye. Farhadî got, “Ez bi dilê xwe yê safî dibêjim, qedera filma min çêkiriye, ne xema min e. Çi li Îranê û çi jî li devereke din. Ev film hate çêkirin, heger ruhekî wê hebe, jixwe dê were bibîranîn heger tine be jî jixwe dê were jibîrkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.