- Bi çûyina cendermeyan re dayika min û çend jinê gund xwe avêtin ser cenazeyan, girî û zêmar tevlî hev dibûn. Giriyan heya ku rondikên çavan ziwa bûn. Piştî wê rojê min nedît dayika min girî.
OSMAN KAPAN
Dîsa destên xwe xistibûne kêleka xwe de, serî rakiribû û berê xwe dabû Rojava û bayê hênik dikişanda hinava. Ji çavan rondik diherikîn jêr, hindik be jî wan rondikan dilê wê rihet dikir. Dema min dayika xwe di wê rewşê de didît, hêdîka diçûme cem, her çiqasî min nizanîbû çima digirî jî, bê siwal dibûme şirîkê giriyê wê. Giriyê min ji ber çi bû? Ya rast min ew jî nizanîbû. Lê min hîs dikir ku rihet dibim.
Piştre hîn bûm ku herikandina rondikan mirov aram dike. Dema ku bêrîkirin di gewriyê de asê ma, wê kêliyê barandina rondika hindik jî be dil aram dike. Ango dermanê be micaliyê ye girî. Her demî ji ken pirrtir girî bûye para me, lê herî zêde jin. Lewra ew dilnazik in, hez û hisa wan pirrtir e.
Êdî ez hînî giriyê dayîka xwe bûbûm. Carina dayîka min ne li ser erzêlê jî bûna, min li wan roniyên Rojava dinerî û digiriyam. Heçkû di nava wê roniyê de li tiştekî digeriyam, tim bi rojava re derdiketim ser erzêlê û li wan dinerî. Çima, ji bo çi? Min nizanîbû. Lê li cem min cihê erzêlê taybet bû. Heme heme her şev civat li wir digeriya. Dema civatê me zarokan xwe di keviya wê de dimelisand û dimane li benda çîrok bêj. Lewra çîrokbêj sazûmankarê leyîstikên me jî bû. Ya din em dihesidin zilaman. Ango me tesawîra meznatiya xwe dikir û ew texlît dikirin, xweziya xwe bi wan dianî.
Dema civat digeriya zilam dibûne xelek, legenek tije av didanîne nîvî û her yekî qutiya xwe ya çixara ku nîv kîlo bû, ji berîka xwe derdixist, çixareyek stûr dipêçan û bi hev re vêdixistin, ku mirov ji dûr ve didît, digot qey agir bi wir ketiye! Ew duxan dibû xelek û bi hewa hidikişiya. Çîorkbêj li çîrokê germ dibû, tenê dengê wî guh dialastin, bes dema çixarevexwaran, qunikên çixareya xwe di avêtin legena avê de kizêniya wê dibû şirîkê çîrokbêj. Kizêniya wan çixareyan biqasî çîrokê bala me zarokan dikişand. Îca dema çîrokbej çîrok digot, me jî leyîstika xwe ya roja din jê derdixist. Hinek ji me dibûne gernasê çîrokê, hinek axa, hinek xulam û hwd. Lê her kesî dixwest bibe gernasê çîrokê, ji bo wê carina me li hev nedikir, bes ew jî bi pişkkirinê me hal dikir.
Ez çawa ji dibistanê hatim malê, min çentê xwe avête goşeyekê, bi bayêbezê qetek nan û hinek penîr girt, wekî tîr ji devê kevan derkeve bi bez ji mal erketim, dayîka min gazî kir lê min guh nedayê. Ez pirr keyfxweş bûm, lewra gernasê çîrokê ez bûm. Di leyîstika me de ezê dil biketame dota axê, wê bi şert bidana min. şertê wî jî wiha bû. Diviya min heft çiya li pey xwe bihiştana. Li pişta her çiyayî xetereyek hebû. Heya min çiyayê pêşî derbas bikira, diviya min şêrek bikuşta, yê duyem Dêwek, yê sêyem Zihayek. Wisa didomiya.
Wê rojê leyîstika me dirêj ajot. Dereng hatim malê. Xwîşk û birayayên mi li ser erzêlê bûn. Lê dayika min ne li devera ku tim lê digiriya bû. Min dîsa berê xwe da roniyên Rojava, rondikên min ji xweber herikîn jêr. Çiqasî welê mam nizanim. Piştî ku bi ser xwe ve hatim, min pirsa dayik û bavê xwe kir. Gotî; “Dayê çûye mala cîrana, bavo jî çûye civatê.“ Ez birçî bûm, min xwe ji erzêlê berda jêr û beziyam menzelê. Dema min derî vekir çi bibîni? Dê, bav û yekî simbêl reş, bi rext û fîşekan girêdayî li menzelê runiştî bûn. Dayika pirr kefxweş bû, ku perên wê hebûna dê ji keyfa bifiriyana. Ew dayika tim çav şil, niha ji keyfa lêvên wê nediçûne ser hev! Cara yekem bû min dayika xwe welê keyfxweş didît. Dema bavo ez dîtim xeyîdî û xwest min ji menzelê biqeştîne, bes yê simbêl reş dev bi ken got; “Were xwarzî“. Bi gazîkirina wî re bavê min jî nerm bû. Min jî ev wekî fersendekê dît, hêdîka û nîvtirsoyî çûmê cem zilam. Di wê navberê de dayika min got: “Destê xalê xwe maç bike“. Bi gotina wê re rabûme ser xwe û min destê wî maç kir. Wî tifinga xwe da aliyekî, ez danîme ser kaba xwe ji hêlekê ve rûyê min maç dikir, ji hêla din ve digot; “Xwarzî û hey xwarzî.“Ji fediya soromoro bûm, lê ev helwesta wî bi min xweş dihat. Cara yekem bû ji dervayî dayik û bavo, ji hêla yekî din ve ewqasî dihatim hezkirin!
Dayika min bê navber dipirsî: “Dayîka min çawa ye, bavê min çawa ye. Xwîşk, bira û zarokên wan çawa ne…“ Nav bi nav yeko yeko pirsa wan halê wan dikir. Xalê min jî dibersivand. Filankes kurê bêvan kes zewiciye, hevqas zarokên wan çêbûne û hwd. Dayê dipirsî, xalo bersiv dida. Bi vî awayî sohbeta wan heya derngî şevê dom kir. Dayê nivîna wî danî û got; “Kekê rakeve tu westiyayî.“ Em jî, ji bo raketinê ji menzelê derketin. Bavo bi destê min girt û got: “Binêre kurê min, ev zilam xalê te ye, ji binxetê hatiye. Ji tu kesî re behsa wî neke, ji xwîşk û birayên xwe re jî nebêje. Ku hinek bibihîzin xalê te li vir e dê ji cendirman re bêjin. Cenderme xalê te bibin tu wî careke din nabîne.“ û pêve diçû. Carina ez ditirsandim, carina şîret li min dikirin. Çi sondên ku min zanîbûn li pey hev rêzkirin ku ji kesî re nebêjim.
Min xwe li hestiyê piştê avête ser nivînê û li ezmanê çîksayî, şipşîn nihêrî. Îşev stêrk ji hemû rojan pirtir ronî bûn. Xewa min nedihat. Li ser xalê xwe difikirîm. Ji ku hatibû, binxet li ku bû, heya niha çima nedihat, xalê her kesî heye cenderme hîç wan nagire û nabe. Çima bizanibe xalê min li vire dê bibin? Car cara min stêrk dihijmartin, ya herî zêde di biriqand min dişibande xalê xwe û min digot; xalê min eve! Gelo min dê xalên xwe yên din jî bidîtana? Min xwe bi xwe digot erê. Ma ku ji xalê xwe re bêjim, min jî nabe devera ku jê hatî? Pirsên bê bersiv xwe li taqê mêjiyê min didan. Raketim an na nizanim. Bi şiyarkirina dayika xwe re beziyam menzelê. Xalê min raketibû. Bi lez min taştê xwar û çûme dibistanê.
Li dibistnê fikra min hemû li ser xalê min bû. Tişta ku mamoste digot ne min fêm dikir, ne jî dibihîst. Ji bo min roj derbas nedibû, te digot qey dem bêlebate! Min nêht kir di tenefusê de werim malê, lê ji tirsa mamoste dê zarokan rêbike pey min, ew jî dê xalê min bibînin ku ji mamoste re bêjin, ew jî wê ji cendermeyan re bêje, ew jî dê xalê min bibin neçûme malê. Çawa zingilê paydosê lêxist, min xwe çen kir û derketim. Zaroka gazî min kir, xwestin bi wan re bileyîzim. Ji bo xwe ji wan xelas bikim min got; ezê alîkarî dayika xwe bikim. Dîtin ez qanî nabim, pêşniyarkirin ku bibim gernasê çîrokê. Lê min ew jî nepejirand. Ew jî qanî bûn ku heteriya wan bêfeyde ye bela xwe ji min vekirin. Bi hilke hilk di bîstekê de gihiştim mal û çûme menzela ku xalê min lê. Ya rast min nizanîbû xalê minî heqe an na? Lewra heya niha dayê behsa xalên min nekiribû. Ku min pirsa wan dikir dayê digirî. Îca min jî pirs nedikir. Ligel cara yekem bû ku min xalê xwe dîtî jî, xwîna min taviziyê. Dema ketim menzelê, min dît xalê min pal daye, cixareyeke stûr di nava tiliyên wî de bû. Duxana çixarê dikişande hinavê xwe, duxan dibû xelek û bi hewa ve hildikişiya, lê nîvê wê duxanê di nav simbêlên wî de dima. Min welê bi hişmetkarî li xalê xwe dinihêrî. Xalê min serê xwe rakir, bi min re bişirî û got: “Xwarzî ka were vir.“ Bi gotina wî ewqasî keyfxweş bûm ku perê min hebûna ezê bifiriyama! Bê xişûş çûme cem di dawa wî de rûniştim. Li dibistanê min çend pirs amade kiribûn da ji xalê xwe bipirsim. Bi dengekî bê sewt min got:
-“Xalo tu ji ku tê?“
-“Xwarzê ez ji binxetê hatim.“
Binxet li ku bû, devereke çawa bû, gelekî ji me dûr e? Min nizanîbû û min fedî dikir ku bipirsim. Ji xwe bi zorê min pirsek jê kiribû! Te digot qey xalo pê zanî bû ku pirsên min hene got: “Xwarzî, tu zanî binxet li ku ye?“
Bi dengekî nizim û kotekî min got ez nizanim. Ya rast gotina binxetê ji min re ne biyanî bû. Lewra dema jinên taxa me li hev diciviyan, pirranî behsa binxetê dikirin û çiqasî gotina binxetê derbas dibû heme heme hemû jin digiriyan. Xalê min gotina xwe domand:
“Xwarzî em jî ji vir bûn. Dema em çûne binxetê ez di temenê te yê a niha de bûm. Wê demê bav, apên min û zilamên gund li wan çiyayên pişta gund bûn. Êvarî dihatin malê, bi sihara sibê re dîsa derdiketin çiyan. Rojekê sibê zû cenderme hatin ew çiya dorpêç kirin û bi top û tifinga dane ber guleyan. Zilamên gund jî bersiv didane wan. Tam du şev û du roja şer dom kir. Jinên gund digiriyan. Şevekê bavê min û çend zilam hatin gund, em dane hev me tiştek bi xwe re nebir û em ketin rê. Em zarok digiriyan, dayikên me digotin; “Negirîn wê cenderme me bigirin û bikujin“. Îca em jitirsa nedigiriyan. Bi şev em di meşiyan, bi roj me xwe vedişart. Piştî sê rojan êdî em bi roj jî dimeşiyan. Em gihiştibûne binxetê. Pişt re bavê min ji me re got; du apê min û gelek zilamên din hatibûne kuştin. Li binya xetê em pirr birçî man, libasê ku em li xwe bikin tne bûn, me pirr zehmetî kişand. Ji bo xwarinê me parsekî dikir. Heke mirovên me yî wê hêlê li me xwedî derneketana, gelek dê ji birçiya miribane. Ji xwe di rêwîtiya me de gelek zarok mirin. Devera lê dimirin, me li wir dispartin axê. Piştî demekê dê, bav û çend gundiyên we vegeriyan, em mane li wir. Ji wê rojê ve cara yekem e xwîşka xwe dibînim…“
“ Xalo ma binxetê gelekî ji vir dûr e?“
“ Na xwarzî ne dûr e, ew roniyên li rojava xuya dikin hene, aha binxet ew dever e.“
Êdî min fêm kir bê çima dayika min tim li wan roniya dinihêrî û digiriya. Ew giriyê bêrîkirinê bû. Min serê xwe rakir û li xalê xwe nihêrî, rondikan xwe ji çavan berdida jêr. Xalê min hefteyekê li ba me ma. Di vê deme de ez hîç neleyîstim. Diçûme dibistanê, ji dibistanê dihatim mal. Ez li cem xalê xwe keyfxweş û bextewar bûm. Dayika min jî di vê demboriyê de qet li wan roniyên rojava nedinerî û ne digiriya. Ew jî bextewar bû. Gava min didît ew jî bexteware vê carê ez bêhtir kêfxweş dibûm.
Şevekê bi muxribê re, çend zilamên wekî xalê min bi simbêl, bi rext û fîşeka girêdayî hatin mala me. Qederekê rûniştin, piştî qederekê kar û barê çûnê kirin. Xalo dê û bavê min himbêz kirin. Ez xwîşk û birayên min jî maç kirin. Dît ku ez xemgînim, careke din rahişte min, ez maç kirim û got; “Xema neke ezê dîsa werim…“ Bi hevalê xwe re ji malê derketin.
Me jî li ser erzêlê xwe xiste nava nivînan. Lê xewa min ne dihat. Ji xwe re ketim birka xeyalan û xwe bi xwe got; “Gelo xalê min dê kengî were? Xwezî min zarokên xal û xaltiyên xwe bidîtana, ku ez mezin bûm wekî xalê xwe ezê biçim binxetê û wekî wî ji min hez dikir, ezê welê ji zarokên wan hez bikim. Belkî jî li wir bimînim, hîç neyêm van deveran. Înşele heya ez herim dapîr û bapîrê min namirin. Welê bi nav de diçûm. Ez çiqasî welê di birka xeyalan de mam nizanim…Bi dengê fîşekan ciniqîm. Dayik û bav raneketibûn. Dayika min hemû diayên ku zanîbû rêz dikirin. Bavê min cixare li ser cixarê vêdixist. Dengê fîşeka ji buwara wan roniyan dihat. Îca dayîka min digiriya, wekî her car ez jî pê re digiriyam. Heya sibê dengê fîşeka nesekinî. Nîvê rojê cenderme bi manşîneyên xwe hatin gund, gundî tev li ber mizgeftê kom kirin. Ji maşîneykê sê cenaze derxistin, laşê wan bi fîşekan parî parî kiribûn. Yek jê xalê min bû, du yên din jî yên şevê din hatibûne mala me bûn. Min kir ku xwe çen bikim ser laşê xalê xwe, lê bavo destê min şidand û bi işareta tiliyê got: bê deng be. Min li dayika xwe nihêrî mehdê wê spî bûbû, te digot qey ruh lê nemaye. Cendermeyek derkete meydanê û got¸“ma kî van nasdike“. Kesî deng dernexist.
Yê cenderme di meydanê re diçû û dihat, dijûn dikirin, behsa qirkirina koka me dikir. Piştî qederekê li maşîneyên xwe siwar bûn, yê cenderme got; “Van bavêjin kortekê û jê biqerin…“ Bi çûyina cendermeyan re dayika min û çend jinên gund xwe avêtin ser cenazeyan, girî û zêmar tevlî hev dibûn. Giriyan heya ku rondikên çavan ziwa bûn. Piştî wê rojê min nedît dayika min girî. Dîsa li wan roniyan dinihêrî, lê tenê dinahurand. Min jî wekî wê dikir. Dayika min çû ser dilovaniya xwe, min vê rîtûela wê domand û min fêm kir rondik dibine xwîn û xwe berdidin ser dil, dilên bi keder di nava xwe de digirîn…