EMRULLAH ACAR / MA / RIHA
Semîh Altun li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê tê ragirtin û nivîskarê pirtûka “Mînakeke Demokrasiyê ya Hêsan” e. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta “bifikar e” pirtûka Altun nedanê.
Girtiyê siyasî Semîh Altun li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê di hucreyê de tê ragirtin. Altun, nivîskarê pirtûka “Mînakeke Demokrasiyê ya Hêsan (Basit Bir Demokrasi Örneği)” e. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku pirtûk fikaredar e desteser kir. Altun, di pirtûka xwe de çîrokên rast ên di nava civakê de qewimîn ji berê xwe ve dinirxîne û mîna çîrokan saz kiriye. Pirtûk, di cotmeha 2024’ê de ji Weşanên Sîdarê derçûye. Di berhema xwe de Altun balê dikişîne ser aliyên kêm dimînin ên civakê, bandora pergalê ya li ser zarokan û civakê rexne dike. Altun, 3 sal berê dema li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê gelaleya pirtûka xwe bi rêya kargoyê ji malbata xwe re şand û demekî kin piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê hate kirin. Di ketina girtîgehê de bi hinceta çendek nivîsên ji hêla Komîsyona Xwendinê ya Girtîgeha Rihayê ve hatine nivîsandin, 11 rojan di hucreyê de hate ragirtin. Malbata Altun jî pirtûk da çapkirin û bi kargoyê ji Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê re şand. Lê belê rêveberiya girtîgehê bi îdiaya “peyvên fikaredar” tê de hene dest danî ser pirtûkê. Derheqê Altun de jî lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Her wiha ji ber pirtûka nehatiye dayin bi ser qawişa Altun de hate girtin û dest danîn ser name û nivîsên di demên berê de ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatibûn xwendin.
Semîh Altun kî ye?
Semîh Altun di sala 1996’an de li gundê Şiftelî yê Curnê Reş a Rihayê ji dayik bû. Malbata wî di sala 1997’ê de bar kir navenda Rihayê. Dibistanên seretayî û navîn li vir xwend. Di 28’ê tebaxa 2015’an de li navçeya Eyyubiyeyê bi îdiaya şikandina pacên avahiya AKP’ê ya bajar tevî 3 kesan hate binçavkirin û girtin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê, hewl da pergala destûra bingehîn bi zora çekê biguherîne, endamtiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê û madeyên teqemeniyê li cem xwe girtiye” cezayê muebbeta girankirî lê birî. Îtîraza li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê hatiye kirin ji hêla Dadgeha Bilind ve hate redkirin. Parêzerên Altun li dijî biryara Dadgeha Bilind serî li Destûra Bingehîn dan û lêkolîna ji bo serlêdana şexsî didome.
Piştî Dadgeha Bilind dosya erê kirî, parêzerê Altun serî li AYM’ê da.