ERDAL TOLHILDAN
Li Kurdistanê têkoşîn û şoreşa jinê xwedî taybetmendiyên bikok û dîrokîne. Lewre gava mijar dibe şoreş, welat dibe Kurdistan û pêşeng dibe jin xweserî û rengê vê erdingariyê digûhêre. Ji ber vê yekê herçiqasî ew mijarekî xwecîhî be ji bi qasî xwecihîbûyîna xwe gerdûnî bûyîna wî jî derdikeve pêş. Lewre ew taybetmendî ji destpêka civak bûyînê bigre heta nirxên ku civakê dikin civak di hûndirê xwe de wek şoreş dihewînê ûheta roja me ya îro tê. Çine ewna; şoreşa cavakbûyînê, şoreşa ziman, şareşa çandinî, şoreşa hilberînê, şoreşa avdaniyê û hwd…
Lê em hemû jî dizanin ew şoreşana çawa ji rê û armancê hatinê derxistin û dûrxistin. Ji ber vê yekê bi awayekî pir fireh pêwîstî bi lêkolînû lêgerîna vî mijarî hêye. Ji ber vê yekê xalên ku em dê li vir bînin ser ziman wê xalên sereke bin em dê hewil bidin van xalan bilev bikin. Di kûrahîya dîrokê de bê gûman li pi erdingarî û welatan bûyer û geşadanên şoreşî çebûne. Mebesta me li vir ji nirx xistin û biçûkdîtina van şoreş û çebûnan nîne. Mebesta me şoreş li Kurdistanê bi qasî ku xwecihîye ewqasî jî gerdûnîbûyîna wê ye. Wê gavê çima şoreşên ku li Kurdistanê bi pêş ketine û dikevin xwedî şewaz û taybetmendiyên cûda ne. Xala yekemîn em dikarin pir bi hesanî bejin ku li Kurdistanê şoreşên ku qewîmîne di pêşengtî û têkoşîna jinê ya bi kok û dîrokî de bûne. Ji şoreşa Neolîtîkê bigre (şoreşa çandinî-cotkarî), hetta şoreşa ziman, ji şoreşa civakî bigre hetta şoreşa hilberîn û avdayîn e. Ango şoreşên li kurdistanê reng û taybetmendiyên jinê di hûndirê xwe de dihûndirînin.
Dîsa li Kurdistanê li hemberî zordestî û mêr-dewletê û pergala wê helwest û têkoşîna JIN, JÎYAN, AZADÎ di serdema moderniteya qapîtalîst de di pêşengtiya jinê de bi pêş dikeve ew xwe taybendiyên cûda ye vê yekê nîşanî me didin. Bê gûman wek tewgera Apoyî em xwedî şewaz û nerîneke cûda ya şoreş û şoreşgertiyê ne. Lê wek taybetmendiya herî cûda û şewaza serkeftinê bi xwe re tîne şewaz û felsefeya nawend û pêşenga vê şoreşê jin dîtine. Ji ber vê yekê ji şoreş û şoreşgertiyên din cûdatir, şoreş û şoreşgertiya PKK û ya Rêber Apo di vê xalê de cewazî û rengê xwe li şoreşgertî û şoreşê dixe. Lewre rast û baş dahûrandina dîrokê, dîsa baş ji hev derxistina şaristaniya mêr-dewletê yek jî taybetmendiyekê din ya şoreş û şoreşgertiya li Kurdistanê pênase dike.
Li gel van hemû xalan her çiqasî erdingarî û welatekî ku bi sedan salin rastî hemû şewaz û rêbazên dagirkerî, qirkirin û pişavetinê hatibe jî taybetmendiyên xwe parastinê pir bi awayekî xûrt derdikevin pêşberî me. Ji sedî yek jî bes bu ku ew êrîşên qirkirin, dagirkerî û pişavetinê li pir welat û erdingariyan encam dan dadirkeran. Lê li Kurdistanê dagirkeran nikaribûn xwesteka xwe tam bi cih bianîna. Ew yek jî dîyar dike ku kokbûyîn û malzarokbûyîna civakê wek welat û erdingarî li Kurdistanê xwedî taybetmendiyên cûda ne. Helê ew yek bi reng û taybetmendiya jinê bipêş dikeve we gavê Kurdistan pêwîste di vî warî de cûda bê bidest girtin. Diwe ku wek civak civakên Kurdistanî pir êş û azarên şeran dîtibin. Lê em bi dilrihetî dikarin bêjin ku civakên ku a niha li hemberî hemû hovitî, bê vîjdanî, bê sincî û bê dadiya pregalê serdest xwedî helwestên herî mirovî, dadî, sincî û vîjdaniye. Rexmî ku rastî ewqasî êş, azar, bê dadiyan tên jî ji pîvan û hebûnên civaka sincî û polîtik tawîz nadin.
Em dikarin bi dil rihetî li vir bêjin ku civakên bi rengî û xwedî van pîvanan di şoreş û şoreşgertiyê de hesan hesan têk naçin. Wê serkeftin û têkoşîna ku her bi ser dixe bibe parê wan. Ji ber ku kevirên xwe yê destpêkê rast hatine danîn. Hele gava mijar bibe şoreşên serdema moderniteyê. Li hemberî hemû şewaz û rêbazên qûrej yên moderniteya qapîtalîst, israra di pêşengtitiya jinê de têkoşîn û şerê civaka kolektîf û komûnal kirin wê bi ser bikeve. Gava ku ew yek bi zanista herî civakî jineolojiyê bi rêkûpêk bibe û xwe li ser moderniteya civaka demokratîk û ekolojik ava bike wê serkeftin teqez bibe. Ji ber vê yekê mirov bi rihetî dikare bêje ku Kurdistan wek erdingarî û welat di heman demê de malzoroka şoreşên rast û bi serdikevin in. Li Kurdistanê şoreş û şoreşgertî bi rengê jinê bi wate dibe. Jîyan jî bi pêşengtiya jinê xweşik dibe. Ji ber vê ye ku dûruşmeya Jin, Jîyan, Azadî her baş û xweş li vir berz dibe.