Xîret hîmê mirovahiyê ye

Nûçeyên Forum

Duşem 16 Kanûn 2024 - 00:31

OSMAN KAPAN                                

Ku mirov paşeroj,bermahiyîyên dîroka xwe,sinc û kevneşopî ya xwe winda kir,ji nîrxê mirovahî ya netewa xwe dikeve.Dibe yekî din.Ango ji hemû nîrxên xwe biyanî dibe.Ev biyanîbûn meriv ji merivtiyê tîne jêr.Bi şekil meriv be jî,ji hêla cewherê xwe ve ne meriv e.Lewra merivên ku nîrxekî wan yê xwe lê bigire tune be,mîne keremperê ye,ba ji ku ve were ewê bi wir ve biçe.Ji ber ku her tîşt ew e,her tişt wê kêliyê berjewendiyên wî ne,heta em karin bêjin ajoyên wî ne.Kurt û kurmancî ji xwe û çendekke dora xwe pêve li kesî na fikire.Merivên wisa ji bo xwe dikarin pişt bidin her tiştî.Li ser merivê wisa bav û kalan gotiye;“ herçî tirkin nanê wan li ser kaba wan e.”her çiqasî ji bo tirkan gotibin jî ,ji her kesê bê nîrx re tê gtin.

Gotina xîretê di nav civaka me de pirr wateye.Lê wateya sereke ew e;ku nîrx bin pê bûn,namus kete holê,neheqî li yekî hate kirin,an destdirêjî hate kirin kî/kê li hember vê bêdeng be,jê re dibêjin “bê xîret û bê namus e“ Merivên bê xîret çiqasî xwedî mal ,xwedî erk û xwedî kes û derdor be jî,ku dema xîretê hat û xwe bê xîret kirin,êdî tu kes qedr û qîmet nadin wan.

Dibe ku gotina bêxîretî,hinekan bi êşîne.Lê îro roja gotonê ye.Kesê ku gotina wan ji bo gelê wî hebe û xîretê rabike lutkeyê îro ye.Kesê ku gotina wî hebe û îro nebêje,bila êdî qet neaxîfe.Lewra gotin mîna şur tuj e,di dema xwe de were gotin ,yê hember dibire.Di dema xwe de neye gotin dê xwediyê xwe bibire!Îca îro Kurdîstan û Kurd di xetereyeke mezin de ne.Dem dema man û nemanê ye.Ku ev dem bâş neyê nîrxandin û kurd demê winda bikin,êdî dê di tarîya dîrokê de winda bibin.Bes ku qezenç bikin mîna findekê dê Rojhilata navîn,û gerdunê ronî bikin.Belê gelê me gelek êş û zar dîtiye,lê niha derfetên mezin hene ku em van êş û janê biqulipînin bextewariyê.Em vê ji bîr nekin konjektor vê derfetê dide ku em mezin qezenç bikin û dîrokê barekî giran daye ser milê me.Ev peywir xetîreya mirovahî yê ye.

Di kevneşopiya me Kurdan de;ku li talanan dan,êrîşî êl û eşîran hate kirin dem dibe dema hawarê.Wê demê yê ku bikaribe biçe hawarê di mal de nasekine.Li gorî hêza xwe tevlî hawarê dibe.Îro dugela dagirker tevî çeteyên xwe êrîşî Rojava dike.Bi hezaran gelê me qoçber bû.Zarok di rê yan de mirin,kal mirin,gel miriyên xwe li deverên ne diyar sipartin axê.çete dest diavêjin namusê.Ji xwe armanca wan jî ew e ko tola xwe hilînin.Lewra berxwedana jinê nehişt ku ew çete bigihin armanca xwe,ev jî di dilê dugela dagirker û çeteyên wî de birînek e kur bû,niha dixwazin wê tolê hilînin.Îca divê her Kurd ê bi xîret ji bo parastina Rojava çi ji destê wî were  texsîr neke.Lewra îro ev êrîş li ser Rojava ne ,pişt re dê bibe tevayê Kurdîstanê

Kesê ku îro ala xîretê nehejîne,tu mafê eî/wê nîn e ku bêje em jî kurdî,Kurdîstanî ne.Erkeke Kurdîti ye jî he ye:Parastina Kurdîstanê!<Îro her partî ya Kurd,her kesê rewşenbîr dvê bê deng nemîne.Rewşenbîr bi gotina xwe,partî bi hêza xwe ya Leşkerî û konevanî divê hemû derfetên xwe bi kar bînin.Dema ku Daîş kete Başûrê kurdîstane de,Tevgera Azadiya Kurdîstanê negot çî min jê,di cih de hêza xwe ya Leşkerî rêkire hawarê.Dîsa ji bo Êzîxanê heman tişt kir.Ev ne mineteke,ev erka sincî û peywira welatparêzî yê ye.Îca niha di serî de KDP û hemû partî yê Başûr divê peywira xwe ya welatparêzî ye bînin cih û kêliyekê beriya kêliyekê bi her awayî piştgiriyê bidin Rojava.“Peşmergeyênroj“ û Eneseke  bi vê helwesta xwe win çiqasî dikarin bêjin em hêzeke Kurdin?ku wi niha safên dijmin bernedin û li cem gelê xwe cih negirin,winê di rûpelê dîrokê de Harpagosên hemdem werin nivîsandin.

Dem dema hawarê ye,yên neyên hawarê dê bibin xwediyê kumê bêxîretiyê…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.