OSMAN KAPAN
Felsefe jênegerînek e.Tu meriv nokarin bê felsefe bijîn,lewra her meriv li gorî felsefeyekê dijî.Bes bi navê cuda felsefe ya xwe pênase kirine.Bi awayekîn em bêjin;jiyana her kesekî li ser hîmê felsefeyekê ye û civak li gora wê teşe digirin.Her civak li dora felksefeyekê kom bû ye û her tiştên wan bi feraseta wê ye.Lê her kes felsefê nizane.Lewra felsefe;sazkirina raman û ferasetên nû û cuda ne,dema ku di serî de ji hêla fîlozofan ve tê gotin,li hembberî wê bertekên tund têne dyîn,lewra ew tiştê têne gotin,ji tişta heya hingê heyî cudatir e.Ji bona wê desthilatdar wê li hemberî berjewendiyê xwe dibînin,hem geel li wan tuj dikin,hem bi zagonên xwe fîlizofan bê bandor dikin.Suhreverdî,Sokrates,Manî û ûwd.Ji hêla desthilatdariyê ve hatine qetikirin.Feksefe Felsefe,jênegerîneke miroviye,Tu kesê bê felsefe nîn e,lewra her kes li gora felsefeyekê dijî.Ji dema kevnnare,heya roja me ya îro mirov xwedî ramanin,ew raman li ser hîmê felsefeyekê saz dibe.Bes kesê bi felsefe yê dijin çiqasî di haya wê de ne,ew ne diyare,îca meriv wê yekê bi jiyana civakê dipîve.Jiyana civakê çi be felsefa wê ew e.Lewra meriv nîve nîv sinc e,tişta ku sincê diyar dike felsefe ye.Îca meriv çawa bijî welê dfikire.Dema ku civak dikevine qeyranan de,ramanên nû derdikevin pêş.Sazumankarên van ramanan jî Fîlozofin(li gorî çandê nav tê guhartin.Li Rojhilata navîn ji wan re gotine pêxember.Lwera tenê pêxember li vê erdnîgariyê hene.),ew di serdemê xwe de bûne xetîre ya ronî yê.Gelek bedel jî dan lê ji rastiya xwe nehatin xwarê.Ramana wan ji bona desthilatdaran xetere bû,ji ber wê desthilatdaran ligel reşbûna wan ya di nava gel de,Sokratês,Suhraverdî,Xalaç û bi dehan filozof hatin qetil kirin…
Raman wekî çivîka ber bi firê ketî ye,ku dema wê hat tu kes nikare wê bi sekinîne dê bi fire.Wekî me li jor gotî raman fêkiyê demên qeyranane.Berî Z. di navbera sedsala 6 û 5 de ji bona ji qeyrana heyî re bibine bersiv li deverê cûda,lêbelê demên nêzî hev de fîlozof,ji Rojhilatanavîn,çîn,Hînd heya Rojava derketin û ramanên nû avêtin holê.Heya hingê Pêxemberan pirs ji xweda dikirin,van fîlozofan êdî pirs ji civak û desthilatdaran pirsîn.
Ji van Fîlozofan yek jê jî ZERDEşT bû.(Bi navê din Pêxember Zerdeşt.Em nakevin nav jiyana wî,jiyana wî jî wekî ya her Pêxemberî xewdî mucîzeya ye), Wekî me di nivîsa xwe ya din de gotî;ramana Zerduştî yê li ser hîmê Mazdatî yê şêwe girti ye û bingeha felsefeya xwe ji wir digire.Di dema Zerdeşt de civakên Aryenî di nava qeyranekê de ne,pergala heyî têra hilweşandina vê qeyranê nake.Civak di nava tariyeke xedar de ne.Zerdeşt tenê ne li çimaya wê,dê çawa civakê ji vê tarîtiyê rizgar bike jî difikire û digehe hin encaman.
Li gorî felsefeya Zerdeşt;hêzên metafîzîk yên gerdûnî di nava şerekî de ne.Ev şer ji hêla erênî û neyînî ve bandorê li civakê dike.Ev hêzên metafîzîk; yek jê Tarî yê, yek jî Ronî yê nîman(temsîl) dike.Îca Axrîman Tarî yê,Axura mazda Ronî yê nîman dike.Serdemên Axuramazda,serdemên sincî,başî û ronahî yê ne,serdemên Axrîman nebaşî bê sncî tî û tarî ye.Ev şerê di navbera wan de,heya ronî serwer bibe dê bidome. Başî û nebaşî bingeha felsefeya wî ye.Lewra li gorî ZerdeSt meriv hem baş,hem nebaş hatine gerdûnê.
Zerdeşt di heman demê de ji hêla civaknasîyê ve jî yekemîn e.Têkiliya di navbera jin û mêr de,mirov û axê de,têkiliyên bi ajalan re ûwd. Yek bi yek divê çawa bin di Awesta de nivîsandine.Pîroziya agir û rojê li ser hîmê jiyandayîna wan rewa kiriye.Ma bê agir û rojê jiyan gengaze?
Formulasyona felsefeya Zerdeşt mirov wiha dikare bike:Li hemberî tarî yê ronahî,li hemberî derewan,rastî.Li hemberî bêrêziyê rêzdarî û xwezaparêzî hîmên sicê ne.Wekhevî ya jin û mêr,nêzîkatiya çandini yê jênegera wî ye.“Hur bajo,kur bajo,ga neêşîne“ gotina wî ye.Lê em niha kêm dibêjin.Rastî ev e;“hur bajo,kur bajo ga û axê ne êşîne“.Lewra li gorî Zerdeşt,mirov çiqasî axê ne êşîne,ew ê wilqasî zêde bide…