Ji Kurdî re bazereke qewî divê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 22 Mijdar 2024 - 01:15

  • Nivîskar Weysel Tirpan da zanîn ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve, xwendina bi zimanê Kurdî pêş bikeve divê ewil bazareke bi zimanê kurdî bê avakirin û got: ”Di şert û mercên roja me de ji bo zimanek bijî û pêş bikeve divê bibe zimanê perwerdehî, bazar, medya, siyaset û dewletê. Ango bibe xwedî statu.”

ROZA METÎNA / AMED

Nivîskar Weysel Tirpan têkildarî girîngiya ziman û wêjeya kurdî her wiha ji bo pêşketina di vê qadê de nêrînên xwe anî ziman. Weysel Tirpan ê di heman demê de behsa çîroka nivîsandina xwe kir got wî piştî gotina dayika xwe dev ji nivîsandina tirkî berdaye. 

Nivîskar Weysel Tirpan di despêkê de li ser girîngiya zimanê dayikê sekinî û got:”Ziman hema bêje di her qadên jiyanê de ji me re lazim e. Heta hinek qad bê ziman nabe. Mirov di zikê diya xwe de bi zimanê diya xwe dihise. Dê bi wî zimanî pitika xwe hêdî hêdî ji bo vê dinyayê amade dike. Ew zarok bi hatina vê dinyayê dest bi jiyana xwe dike. Roj bi roj mezin dibe. Pêşî dibe zarok, bi zimanê dayika xwe li wê dinyaya xwe ya xeyalî dilîze, digrî, dikene, xeyal dike, xewnan dibîne, xeber dide, diqahire, çêra dike, derdora xwe nas dike, her roj tiştekî nû hîn dibe… Di cahiltiya xwe de hêdî hêdî ji dinyaya xwe ya xeyalî derbasî dinyaya rasteqîn dibe. Hînbûn dewam dike. Xama, yan jî kamil dibe hîn jî hîn dibe. Hino hino di nav salan de derbas dibe, ji derdora xwe û ji serpêhatiyên xwe aqil digire û hêca jî hîn dibe. Îxtiyar dibe dîsa jî ev jiyan aqil didê. Tûrikê pişta me çawa be tije dibe lê belê ya girîng tijebûna tûrikê mejiyê me ye. Û ew jî encax bi zimanê dayikê têr tije dibe û bingeha wê zexm dibe. Bi awayê din ‘bi zimanekî biyanî’ ew tûrik her tim wê kêm be û bingeha wê qels be.”

Zimanê dayikê bingeh e 

Weysel Tirpan di heman demê de da zanîn zarokên wexta ewil zimanê dayikê hîn dibin, bi şans in û wiha pê de çû: ”Zarokê bi zimanê xwe mezin dibin ji xwe bawer mezin dibin. Zarokê cara ewil zimanê dayika xwe hîn dibe paşî hînbûna zimanên din hêsantir dibe. Ew zimanê zikmakî ji bo wan zimanên biyanî dibe bingeheke zexm. Zimanê dayikê ji bo gelek tiştî bing e. Ew bexçeyê cara ewil bi zimanê zikmakî hatiye avdan bi hêsanî gul û çîçekên rengo rengo dide.”

Qurmê wêjeya Kurdî dewlemend e

Weysel Tirpan da zanîn ku gelek berhemên hêja yên wêjeya kurdî hene û wiha dewam kir: ”Qurmê wêjeya kurdî gihîştiye kûrahiyeka ecêb û têra xwe dewlemend e. Gelek şaxê wê jî hene. Heya roja me gelek berhemên ku di cîhanê de em bi rehetî dikarin pesnê xwe bidin hatine nivîsandin. Ji Feqiyê Teyran bigire heya Ehmedê Xanî ji Melayê Cizîrî bigire heya Melayê Batê ji Elî Herîrî bigire heya Babek gelek lûtkeyên wêjeya kurdî ya klasik hene. Wêjeya kurdî ya modern jî her çiqas hinek ji ber rewşa awarte û bêderfetiyê hinek kêmasiyê wê hebin jî gelek berhemên bêhempa hene. Ji ber parçebûn, alfabeyên cuda cuda, rewşa siyasî, pêvajo, tunebûna têkiliyan, rexne, rexnegir, akademî û hwd şert û mercên neyînî şîn dibin jî dîsa jî xebatên baş û têr tije tên dayîn. Ji nifşên nû jî pênûsên baş derdikevin. Ji bo pêşerojê hêvîdar im.”

Helbest û gelek cureyên din diceribîne

Weysel Tirpan di heman demê de bal kişand ser beşên wêjeyê yên ku ew bi xwe dinivîse û got: ”Wekî gelek kesan min jî bi helbestê dest bi nivîsê kir. Û wan çend salên ewil min tenê helbest nivîsand. Paşî hino hino min berê xwe da çîrokê. Çend sal jî wisa, ji aliyekî ve helbest ji aliyekî ve jî çîrok nivîsand. Van salên paşî jî her çiqas giraniya helbest û çîrokê dewam jî bike carna skeç, çirçîrok, ceribandin jî dinivîsim. Van mehên paşî fikra nivîsandina romanekê carnan bela xwe bi min dide û her çiqas min nîşeyên xwe jî girtibin lê min hîna dest pê nekiriye.”

Dayika wî Tirkî pê dide berdan!

Piştî pirsa “Ji bo te nivîsandina bi zimanê Kurdî çi îfade dike?” Weysel Tirpan wiha behsa çîroka nivîsanina bi kurdî ya xwe kir: ”Her nifş di navbera nifşê pêşiya xwe û piştî xwe pirek e. Wê bîra nifşê berê bi saya nifşê îro dewrî nifşê nû dibe. Ji bo ew bîr bi temamî derbasî nifşê nû be divê bi zimanê axaftinê bê gotin û zimanê wêjeyê bê nivîsandin. Ne wisa be hem kêm dibe hem jî ew bîr bi kîjan zimanî bê nivîsandin dibe malê wî zimanî. Yanî tu kurd bî jî gava te ji xeynî zimanê kurdî bi zimanekî din nivîsand, tu wê demê xizmeta wî ziman û wêjeyê dikî û dibî malê wî ziman û wêjeyê. Erê tu kurd î lê wexta tu bi zimanekî din binivîsî, tu nabî nivîskarê wêjeya kurdî. Mijar kurd û kurdî û Kurdistan be jî! Min ev aqil ji rehmetiya diya xwe girt. Min bi zimanê tirkî dest bi nivîsê kiribû. Berhema min a bi navê ‘Yarasalar Güneşe Uçar’ (Şevşevok ber bi Tavê ve Difirin’ nû derketibû. Û di ser de min xelat standibû. Gelek deran gotar û roja îmzeyê hebû. Di gelek TV, kovar û rajnameyan de behsa min dikirin. Kovarên wêjeyî ji min helbest dixwestin. Forsa min hew dibû! Min digot jixwe min dinya fetih kiriye! Rojekê dîsa ji bo gotar û îmzeyê çûbûm bajarê Stenbolê û nû vegeriyabûm malê. Diya min hevîr dikir. Piştî hevîrê xwe xilas kir tenûr dada û berê xwe da min û got, ’Kurê’m, berxê’m, ti jî zanî ku ji bo genim erd tê ajotin û tov tê reşandin. Piştî zibil, avdanê bîçer dikeve nav erd. Paşî diçe aş tê hêrandin ku bibe arvan. Wî arvanê bi av, hevîrtirş û xwê hevîr dikim. Paşî tendûrê dadidim ku hevîrê xwe lê bidim û nan bipêjim. Piştî wê ez wî nanî hîç nedime we û bibim bidim xelkê xerîb dibe? Yanî kurê’m, zanim te tiştekî baş kiriye ku her roj derdikevî televîzyonê, qezte behsa te dikin û xelk gazî te dikin. Lê bele ti çi dibêjî ez ji te fam nakim! ‘Ji wê rojê ve min jî dev ji zimanê tirkî berda û min dest bi zimanê kurdî kir…”

Divê bazara zimanê kurdî ava bibe

Weysel Tirpan da zanîn ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve, xwendina bi zimanê Kurdî pêş bikeve divê ewil bazareke bi zimanê kurdî bê avakirin û wiha dewam kir: ”Di şert û mercên roja me de ji bo zimanek bijî û pêş bikeve divê bibe zimanê perwerdehî, bazar, medya, siyaset û dewletê. Ango bibe xwedî statu. Helbet bi dildarî ew ziman hinekî din li ser piyan disekinîne lê belê heya derekê. Divê em li malê, li sûkê, li bazarê û hwd. li her qadên jiyanê bi zimanê kurdî xeber bidin, bixwînin. Medyaya bi zimanê kurdî weşanê didkin, rojname, kovar û malper û hesabên bi zimanê kurdî bişopînin. Sazî û partiyên me divê pêşî giraniyê bidin zimanê kurdî. Divê em ji bo zimanê kurdî bazarekê ava bikin. Divê zimanê kurdî bibe xwedî preztîj. Ango divê zimanê kurdî pere bike!” 

Ji bo ziman em li berxwe bidin

Weysel Tirpan herî dawî bal bir ser êrişên li ser ziman û wêjeya kurdî û wiha got:”Êrîşên li ser ziman, wêje, çand û hunera gelê kurd her tim bi awayekî tund hatiye domandin û hêca jî tê domandin. Divê em jî herî kêm bi qasî tundiya wan êrîşan bê tawîz li ber xwe bidin. Sekna me divê hişk be. Ne wisa be em ê têk biçin û mixabin rewşa me ber bi wir ve diçe. Em hatine asta otoasîmîlasyonê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.