- Li Kelarê romana bi navê ‘Eşkewtî Bekirêgîrawan’ (Şikefta Kirêdaran) ya nivîskar Dilêr Kerîm hat nasandin.
Li navenda Partiya Komînîst a Kurdistanê ya navçeya Kelarê romana bi navê ‘Eşkewtî Bekirêgîrawan’ (Şikefta Kirêdaran) ya nivîskar Dilêr Kerîm hat nasandin.
Li navenda avahiya Partiya Komînîst ya Kurdistanê ya navçeya Kelarê, Ragihandina Azadî ya Melbenda Germiyan a Partiya Komonîst a Kurdistanê û ofîsa Germiyanê ya heftenameya Rêya Kurdistanê ji bo nasandin û belavkirina romana ‘Eşkewtî Bekirêgîrawan’ (Şikefta Kirêdaran) ya nivîskar Dilêr Kerîm merasîmek li dar xist.
Di merasîmê de piştî rêzgirtinê ji bo şehîdan, nivîskar û rojnamevan Hoşyar Ebdulezîz got, ev roman dikeve rêza romanên şoreşgerî.
Piştre jî Mamosteyê Zanîngeha Germiyanê Hejar Feqî Silêman di warê zimanî de roman nirxand.
Nivîskarê romanê Dilêr Kerîm têkildarî naveroka pirtûka xwe agahiyên berfireh dan haziran, bal bire ser bûyerên di romanê de û piştre pirtûka xwe îmze kir.
Hêjayî gotinê ye ku romana ‘Eşkewtî Bekirêgîrawan’ romaneke li ser rojên zehmet û dijwar yên Enfalê, destpêka bûyerên Enfalê yên ji destpêka sala 1986’an heta piştî Raperîna Başûrê Kurdistanê ye. Di romanê de nivîskarî bal bireye ser qonaxên Enfalê, bi taybetî qonaxên Enfala Sêyemîn.
ROJNEWS/GERMIYAN