Romaneke nû ya Recep Dildar a bi navê “Şikestî” ji Weşanxaneya Dara derket. Recep Dildar beriya vê romana xwe ya nû, bi romanên “Dojeh” û “Leqat” berê xwînerên Kurmancî kişandibû ser xwe.
Receb Dildar romana xwe ya “Şikestî” wiha dide nasîn;
“Di vê romanê de qehremanê min, dibe dengê Deşta Bişêrîyê û kûçeyên Dîyarbekir. Îsayê Mîrza dîrokeke bêbext dide ber pirsan...”
NAVENDA NÛÇEYAN