- Nivîskar Şerîf Yilmaz romana xwe ya yekemîn a bi navê Lawikê Gundî ji weşanxaneya Ronya çap kir.
Nivîskar Şerîf Yilmaz romana xwe ya yekemîn a bi navê Lawikê Gundî ji weşanxaneya Ronya çap kir. Nivîskar nêzî 2 sal in li ser vê romanê dixebitî.
Şerîf Yilmaz di romanê de bal kişandiye ser çîrok û serpêhatiya lawikekî gundî.
Yilmaz di sala 2002’yan, ji rojnameya Azadiya Welat fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bûye. Piştî li Semsûrê Kurdî-Der hatiye avakirin, beşdarî xebatên Kurdî-Derê bûye. Demek şûnde çûye perwerdeya mamostetiyê. Yilmaz bi eşqa Kurdî fêrî rêziman bûye û niha mamostetiya asta yekemîn û ya duyemîn dike.
SEMSÛR