Romana ‘Dengê Zê’ ji Payîzê derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 29 Tebax 2021 - 23:56

Weşanxaneya Payîz, romaneke nû ya bi navê “Dengê Zê” çap kir. Nivîskar Mehmet Akdogan bi romana xwe ya nû ya bi Kurmancî berê xwîneran dide nav wêjeya Kurdî.

Edîtoriya romanê nivîskar Mehmet Çakmak kiriye.

Ji bo mirov awayê nivîsa Mehmet Akdogan nas bike, li jêr beşeke kurt a ji metna romanê heye:

“Dinya germ dibû, lê hê Çemê Zê hêza xwe ji berfa li ser çiyayên wî bajarî digirt. Pêlên ava Zê hê têra xwe deng derdixist û gur bûn. Her dema di ber Çemê Zê de derbas dibûm, çavên min li ser wî diman û diketim nava fikarên kûr. Nihêniyeke newala Zê û çemê wê hebû ku mirov digirt û dibir. Heya ji çem û newala Zê dûr nediket ew bernedidan. Min dereng zanîbû lê navê xwe ji zayînê digirt. Ew herêma zayînê bû. Nexwe zayîn li vê heremê bû. Ji ber hindê herêmeke bi nihênî bû.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.