Romana ‘Dema Dirîreşkan’ bû film

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Cotmeh 2021 - 01:41

  • Romana “Dema Dirîreşkan” a nivîskar Murat Turk ku 26 sal e li Tirkiye di hepsê de ye, bû mijara filmekî. 

Romana “Dema Dirîreşkan” a nivîskar Murat Turk ku 26 sal e li Tirkiye di hepsê de ye, bû mijara filmekî. Lehengê pirtûkê yê sereke bingeha xwe ji bûyerên rastî digire. 

Filmê “Dema Dirîreşkan” balê dikişîne ser têkoşîna şervanekî Kurd. Piştî ku birîndar dikeve, ji bo bijî li berxwe dide û hewl dide xwe bigihîne hevalên xwe. Ew 45 rojan bi tena serê xwe li berxwe dide ta ku xwe digihîjîne hevalên xwe.

Derhêneriya film Haşîm Aydemir kiriye, Aydemir berê jî derhêneriya filmê “14 Tîrmeh” ê kiribû. Senaryoya film jî Erol Balci nivîsandiye.

Her wiha film li Silêmanî ango Başûrê Kurdistanê hatiye kişandin.

Çêkêrên film li Fransayê “Med Film”, li Başûr “DemkatFîlm” û li Rojavayê Kurdistanê jî “Komîna Film a Rojava” ye. 

Filma “Dema Dirîreşkan” di demek nêz de dê derkeve pêşberî temaşevanan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.