Romana Belibanê li ser Dîlanê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 18 Îlon 2023 - 00:05

Dîlan di navbera 14 saliya xwe û jina gihiştî û bibar a “îro” de diçe û tê: Lêgerîneke niha û bibîranînên “wê havînê” û peywendiya wan bi navê romanê “Zweistromland” (Mezopotamnyayê) re. Ji bo romaneke pêşî, zimanekî têra xwe serketî yê vegotinê, dike ku mirov ji xwendina vê lêgerîna Dîlanê tamijkî bibe. Tevî ku ev romana wê ya destpêkê ye, Beliban zu Stolberg hostekareke gotinê ye. Gava mirov berê xwe dide jînenîgariya wê, bi hêsanî fêm dike çima: Pisporiya wê di nivîsandina senaryoyan de ye. Jixwe ji yekî ji karekterên wê yê ku pevbestina dîmenan dike jî pêjna vê pisporiyê tê.

Dê û bavê Dîlanê, piştî bûyerên trawmatîk ên ku em ê li dawiya romanê hîna nû bi xweşikî têbigihijin, êdî pê re li ser “xwe” û li ser “wê” jî nepeyivîne. Ew li bajarekî piçûk ê Bakurê Elmanyayê mezin dibe, heta “wê havînê”. Ew havîn û Bakurê Elmanyayê jî ji mekan û zemanên diyarker ên vê romanê ne. Jixwe wekî din mirina dê û cihê şînê, û Amed [weke menzîl] di romanê de diyarker in. 

Dîlana bêjer, bibar e û lêgerîna wê bi wî halî dest pê dike. Em ji zimanê ku kite bi kite behsa Bakurê Elmanyayê dike, bi rehetî fêm dikin ku nivîskar xweş wan deveran nas dike. Xanî, baxçe, rê, ba, behr… her yek ji wan di dema vegotinê de bi gewde dibin li ber çavê xwîner û peywendiyeke ecêb xurt a vê vegotina terîfî bi hestên Dîlanê re heye. Ne tenê di bibîranînên 14 saliyê de, lê her wiha li Stenbolê jî em dibînin ku vegotin encama çavdêriyên pirr xurt e. 

Ez ê ji kesî veneşêrim, pirr kîfa min dihat ku Dîlanê timî Kurmancî dianî bîra xwe û di dawiya romanê de jî kesa ku esas dike lêgerîn dest pê bike, şîretekê lê dike: Divê tu hînî Kurmanciyê bibî. Ev şîret ne hema welê ye. Em di nava romanê de gava xwe berdidin nav ponijînên Dîlanê, em dibînin ku pêjnên li ser têkiliya ziman, civak û mekanî de ji wan tê. Yanî di lêgerîna nasnameyê de ew zimanê ku pê mezin nebûye û bi zanîn jê hatiye bêparkirin, sembolek e û ji sembolê û wêde ye jî. Gava ew behsa xwezayîbûna Kurmanciyê û li hevkirina Amedê û vî zimanî dike, ew behsa hebûneke xwe disipêre “xwe” dike. Dîlan zelal van bi hizr û vegotina xwe nebêje jî, em dibînin ku afirînera wê yanî Belibanê serê xwe li ser vê yekê êşandiye.

Beliban zu Stolberg keça dêyeke Elman û bavekî Kurd e û bi ya min ne dûrî aqilan e ku jidilbûna karektera wê ya sereke û bêjera wê elaqeya xwe bi vê yekê hebe. Yanî bi ya min di navbera Dîlan û Belibanê de têkiliyeke biyografîk pirr muhtemel e. Belkî ew bûyerên trawmatîk yekser nehatibin serê wê, lê muhtemel e li wan guhdarî kiribe, dibe ku meseleya nasnameyê weke ya Dîlanê zêde ne dijwar be lê hîç ne dûrî aqilan e ku Beliban jî di pêvajoyeke lêgerîna nasnameyê re bihurîbe.

Dîlana bêjer çavdêreke xurt e; heke we roman xwend, hûnê di danadûv du zarokên penaber ên ji Sûrî vê yekê bi rehetî bibînin. Yan jî terîfa dîmenên ku nîşan didin ka çawa Tahir Elçî tê qetilkirin.

Detayên piçûk lê bi ya min muhim jî hene. Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Sûrê û berxwedêr, weke xwe tên binavkirin. Yanî ew ji binavkirinên fermî yên nûçeyên dewleta Elman hatine dûrxistin û çarçoveya vegotina li Elmanyayê fermî ya weke “PKK´ya qedexekirî”, “PKK´ya ku di lîsteya rêxistinên terorê ya YE´yê de” hatiye şikandin. Ew ciwan bûne mirov û ev bi ya min ji bo romaneke bi Elmanî muhim e. 

* Romana Beliban zu Stolberg “Zweistromland”, ji weşanên Kanon derçûye û 208 rûpel e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.