Rojhilat ji bo Jînayê rabû

Nûçeyên Jin

Yekşem 18 Îlon 2022 - 21:33

  • Li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Seqiz û Sine, piştî şehîdkirina jina ciwan Jîna Mehsa Amînî, serhildanên gel çêbûn. Xwepêşandaran xwest dîktatorî bê hilweşandin û kujer bê cezakirin.

Cenazeyê “Jîna Mehsa Amînî” bi amadebûna xelkekî zêde, li goristana Ayçî ya Seqizê hat veşartin. Di dema veşartina cenaze de jî dengê Jin Jiyan Azad li bajlêr deng veda. Li ser medyaya civakî ya li Îranê jî qetilkirina jina ciwan a Kurd a 22 salî, deng veda û gelek kesan bi êşkencê qetilkirina wê bi destê rejîmê rûreş kir. 

17´ê Îlonê Roja şemiyê, cenazeyê Jîna (Mehsa) Amînî, bi amadebûna xelkekî zêde, li goristana Ayçî ya bajarê Seqizê, bi axê hat spartin.

Êvara roja înê, yanî 16´ê Îlonê, cenazeyê Jîna Amînî bi balafirê ji Tehranê gihandin Tewrêzê û ji wir jî pêr sibehê gihandin Seqizê, goristana Ayçî.

Dewleta Îranê xwest bê deng bê veşartin

Hat zanîn ku hêzên rejîma Îranê zext û guvaş li malbata Jîna Amînî kirine, da ku beyî ku xelk amade be, cenazeyê Jîna Amîniyê bi axê bisipêrin. Malbatê ew daxwaz qebûl nekir. Jixwe xelkê hazir ê li goristanê jî ev rewş protesto kir. Malbatê û xelkê bajêr paşê cenazeyê Jînaya 22 salî hilgirt û bir bi axê spart. 

Welatiyan rejîma Îranê rûreş kir

Welatiyên nerazî, di dema birêveçûna rêûresma bi axê spartina cenazeyê Jînayê de, sloganên li dijî hikûmeta Îranê û berpirsên hikûmetê gotin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar a Ajansa Nûçeyan Kurdpayê, hêzên rejîmê rêyên çûna nav bajarê Seqizê li çûnûhatinl girtine, da ku pêşiyê xelkê bigirin û xelk beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Jîna Amînî nebe. 

Jixwe li nava seqizê, hêzên rejîmê di alarmê de bûn. 

Tenê ji ber Hîcabê

Pêncşema bihurî, hêzên rejîma Îranê yên ji bo kontrola hîcabê, êşkenceyeke giran li Jîna Mehsa Amînî ya 22 salî kiribûn, ji ber ku porê wê ji bin hîcaba wê derketibû û xuya dikir. Di encama derbên giran ên li serê xwe xwarin, Jîna kete komayê û gava ew birin nexweşxaneyê jî, mejiyê wê miribû. Ew jina ciwan di encama derbên li mejî ketî û ji ber ku dilê wê jî sekinî li nexweşxaneya Kesra şehîd bû.   

Hêzên rejîmê 
ji roja pêşî ve êriş kir 

Piştî belavbûna nûçeya şehîdbûna Jîna Amînî, gelek welatiyan hem li Îranê û hem jî li Rojhilatê Kurdistanê, rejîm û êşkencekariya wê li dijî jinê û azadiya welatiyan rûreş kir. Roja ku nûçeya şehîdbûna Jîna Amînî hat bihîstin li ber deriyê nexweşxaneya Kesra ya li Tehranê jî gelek kes civiyan. Hêzên rejîmê êriş bire ser wan û gelek ji wan kirin nezaretê. 

Di serhildana doh ya li Seqizê de di êrişa hêzên rejîmê de Kiyan Direxşan şehîd bû û 3 welatiyên din jî birîndar bûn. Di van xwepêşandanan de slogana Jin Jiyan Azadî, meydanên bajêr hejandin.

Li Seqizê serhildan

Saziya mafê mirovan, tevî mehkûmkirina qetla Jîna Amînî û gotina sersaxiyê ji malbata wê re, ji sazî û navendên mafê mirovan hempyan daxwaz kir ku bi awayekî yekgirtî hikûmeta Îranê li hember wê karesatê de berpirsiyar bibînin.

Piştî qetilkirina Jîna Amînî, xelkê Seqizê serî hilda. Li Sine jî gel bi armanca şermezarkirina bi êşkenceyê şehîdkirina Jîna Amînî daket meydanan.

Piştî çalakî û serhildanên li Seqizê, doh li Sine jî gel rabû ser piya.

Di xwepêşandanên li Seqiz û Sine de dirûşmên “Ez ê bikujim, ez ê bikujim, yê ku xuşka min kuştiye, ez ê bikujim”, “Bimre dîktator”, “Ne laçikê serî, ne lêdana serî” hatin gotin.

Di çalakî û xwepêşandanên li Seqiz, Sine û Tehranê, hêzên rejîmê gelek kes kirine nezaretê.

 

Bêşerefiya xwe di porê xuya de dibîne

Qetilkirina Jîna Amînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, bû sedema nerazîbûna gelek jin, welatî, çalakvan, rewşenbîr û rojnamevanan. Çalakvan û rojnamevana Başûrê Kurdistanê Nîyaz Abdullah, li ser qetilkirina Jîna Amînî nivîsî û qetilkirina wê şermezar kir. Wê di nivîsa xwe de got, rejîma Îranê “Bêşerefiya xwe di xuyakirina du keziyên Jîna de dibîne” û wiha dewam kir: “Komara Îslama Îranê li dijî her azadî û yeksanî û dadperweriyê, li dijî mafê pêkhateyên netewe û ayîniyên Îranê hemûyan e, xwe li wan jinan ranagire, ewên ku li mafê xwe xwedî derdikevin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.