Ji Evînê peyama ji bo Ocalan

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:12

Girtiyê siyasî Mutellib Ehmediyan ku 13 sal in girtî ye, ji Girtîgeha Evînê ya paytexta Îran Tehranê ji bo Rêber Abdullah Ocalan peyameke bi sernavê “Wê rojek roj hil bê” şand.

Peyama girtiyê siyasî bi vî rengî ye:“15 Sibatê ji bo gelê Kurd û gelên bindest rojek tehle. Girtina Rêber Apo ji bo bêbandor kirina wî û dûrxistina ji gelê Kurd bû. Her çend ev bêbextî û komplo pêk hatibe jî, nekariye Rêbertî ji gelê Kurd û gelên bindest dûr bike. Fikir û ramanên Rêbertî sînorên Kurdistanê derbas kir û li hemû deverên cîhanê behsa felsefeya wî tê kirin. Ramanên wî bûne alternatîfek ji bo rêya azadiyê û hemû dirûşmeyên berhemên fikrên wî qîr dikin. Em îro rengvedana wan dirûşman li hemû cîhanê dibihîsin û ew tê wê wateyê ku komplo ji destpêkê ve têk çûye û bûye sedema rûreşiya dewlet û rêxistinên ku di vê komploya navnetewî de cih girtine.

Rêya demokratîzasyon, aşitî û azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe û ger em bixwazin li Rojhilata Navîn aşitîyê pêk bînin, ew yek tenê bi azadîya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Ji ber ku rakirina tecrîda li ser Rêbertî ji bo hemû gelên bindest mizgîniya azadî û aşîtiyê ye. Ez bi xwe hemû hêz û îradeya xwe ji Rêber APO digirim, ji ber ku her kesê ku fikir û nêrînên wî nas dike dibin xwedî hişmendiyek azad û aşitîxwaz. Ez bi hizrandina li ser raman û tecrîda li ser Rêber Apo bi gavên xurttir û îradeyek biryardartir û bêhempa rêya xwe didomînim. Lewra digihîjim wê encamê ku ramanên Rêber Apo ne tenê civakek azad û demokratîk çêdike, ramanên wî dibe sedema îradeyeke xurt jî.

Ez vê komploya navnetewî şermezar dikim û bang li hemû kesayet û gelên azadîxwaz, gelê Kurd û gelên bindest û rêxistinên mafên mirovan dikim ku tevlî pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re azadî’ bibin. Ji ber ku tenê bi azadiya Rêber Apo wê azadî û aşîtî li herêmê pêk bê. Wê rojek kevokên me bi azad bifirin…”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.