Rojeva Foruma Fîlman a Ewropayê Rojhilata Navîn e

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:50

Li Cinêvê di navbeyna 8-17’ê Sibatê de wê Forûma Fîlman û Mafê Mirovan a Navnetewî ya 22’an were lidarxistin. Forûm wê bêhtir dêhnê xwe bide ser mafê mirovan û dadmendiyê, bi sûdwergirtina ji hêza sînemayê.

 Forûma Fîlman û Mafê Mirovan a Navnetewî (FIFDH) ku weke bernameyeke bi navenda çand û mafê mirovan a herî binavûdeng a Ewropayê tê zanîn îsal cara 22’yan di neqebîna 8-17’ê Adarê de tê lidarxistin. Di bernameya îsal de ya festîvalê, ku wê li Cinêvê ya Swîsreyê were lidarxistin, mijarên wekî siberoja şerê Israîl-Filîstînê, qedera jibîrbûyî ya Haut-Karabakhê, binpêkirina mafê mirovan a li Îranê û bi çavê hunermendên Filîstînê jiyana li herêmê derdikevin pêş.

Di nav de her wiha berhema Swîsrî ya bi navê ‘’ Broken - A Palestinian Journey Through International Law (Şikestî-Di Ser Hiqûqa Navnetewî re Rêwiyitek ber bi Filîstînê ve) û berhema Ermenîstanê ‘’1489’’ û ‘’Là où Dieu n’est pas’’ (Cihê ku Xwedê lê Nîne) û ‘’Lîfe is Beautîful’’(Jiyan Xweş e) jî hene.

Festîval, li gel nişandan fîlman her wiha wê rêzepanêlan jî li dar bixe, aktivîstên aştiyê û dadmendiyê yên Rojhilata Navîn, hunermendan û akademîsyenan jî bîne cem hev.

Di nav mêvanên taybet ê festîvalê de Alî Abû Awwad û May Pundak jî hene ku ji bo meseleya Israîl-Filîstînê li çareseriya aştiyane digerin, her wiha li festîvalê wê aktivîsta Emerîkî Angela Davîs, ekonomîstê Hindî Jayadî Ghosh û rojnamevanê Rûs ê bi Xelata Aştiyê ya Nobelê Dmîtrî Mouratov jî hazir bin.

 FIFDH li gel dengen navdar her wiha armanc dike ku gelek kesên ku ji bo vizyona cîhaneke dadmend têdikoşin û çîrokan bîne ber dîtaran. Li festîvalê her wiha wê li ser mijara zor û zehmetiya nişandan fîlmên ku ji herêmên ku ji aliyê polîtîk ve hesas in jî, were sekinandin û festîval armanc dike bibe platformek diyalogên derheqê mafê mirovan teşwîq bike, li nav manzarra jeopolîtîk ku bi bayê bezê diguhere.

MA/RUŞTU DEMÎRKAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.