Rojbaşa şanoya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Gulan 2022 - 22:00

  • Ozkan Kuçuk: Vê ekîbê dema ku biryar da şanoya Kurdî bike, şanoya bi zimanê Kurdî qedexe bû. Ji ber ku lîstikên Kurdî dilîstin, dihatin binçavkirin û cihekî ku şanoya xwe lê bilîzin tine bû. Wan di bodrûman de dest bi karê şanoyê kir.

MIHEME PORGEBOL

Serpêhatiya şanogerên Kurd di salên 1990’î de li hev kom bûbûn û dixwesitn şanoyê bikin niha bi filmê “Rojbaş” li hember temaşevanan e.

Derhêner Ozkan Kuçuk lîstikvanên ku wê demê li Navenda Çanda Mezopotamyayê şaxa Beyoglu ya Stenbolê dixwestin lîstika bi navê “Rojbaş” nîşan bidin, anî gel hev û serpêhatiya wan ya vê lîstikê di filma xwe de vegot. Jixwe, vê lîstikê navê xwe li filmê jî kiriye. Lîstikvanên ku beriya 25 salan di vê lîstikê de cih digirtin, îro jî bi şanoya Kurdî re mijûl in û kedeke wan a mezin heye ji bo şanoya Kurdî. Filma “Rojbaş” di payîza 2022’yan de wê li sînemayan bê nîşandan. 

Derhêner Ozkan Kuçuk jî bi salan li NÇM’ê xebitiye û heta niha di gelek filmên NÇM’ê de cih girtiye. Ew ji bo filma “Rojbaş” dibêje, despêkê wî ev fikra xwe bi şanoger Kemal Ulusoy re parve kiriye. Wî ji Kemal Ulusoy re gotiye, hûn lîstikê ji nû ve bilîzin û ez jî dîmenên vê pêvajoya we bigirim, bikim film yan jî belgefilm. Jixwe Kemal Ulusoy di heman demê de karakterê sereke yê filma “Rojbaş” e. Kuçuk dibêje, ev fikra wî kela canê Ulusoy rakiriye û wiha dipeyive: “Dema min ev fikir parve kir, min dît ku ekîba lîstikê ya berê jî haziriya lîstikê dike û dixwazin ji nû ve lîstikê nîşan bide. Piştî me bi Kemal re hevdîtin kirin, wan biryar da ku lîstikê bilîzin û bi vî awayî me dest bi çêkirina filma xwe kir.”

Piştî ku şanogeran dest bi provayên xwe kir, Kuçuk dîmenên vê pêvajoyê digire. Lê ji bo şanoger karibin piştî çend salan dîsa vê lîstikê bilîzin, pêdivî bi motîvasyonên cuda heye û Kuçuk jî mecbûr dimîne xeta belgefilmê li gorî vê motîvasyona wan diyar bike. Ji bo vê rewşê û motîvasyonê jî Kuçuk dibêje, “Ji bo karibin lîstikê ji nû ve bilîzîn, me dît ku motîvasyoneke baş hewce ye. Diviyabû çîrok ji nû ve were hûnandin. Nîqaşên me yên di vî warî de jî di filmê de cih digirin. Bi carekê me xwe di nav nîqaşan de dît û me ji xwe pirsî, divê em vê lîstikê bi çi awayî derxin ser dikê. Ev nîqaşên me bûn mijarên sereke yên filmê jî.”

Helwêst neguheriye!

Kuçuk da zanîn ku ji ber şert û mercên pandemiyê wan gelek zehmetî dîtiye û pêvajoya çêkirina belgefilmê jî ji ber van sedeman dirêj bûye.

Lê dîsa jî wan dev ji çêkirina belegefilmê bernedaye û wiha behsa motîvasyona xwa ya ji bo filmê “Rojbaş” dike, “Gava ku vê ekîbê biryar da şanoya Kurdi bike, şanoya bi zimanê Kurdî qedexe bû. Ji ber ku lîstikên Kurdî nîşan didan, dihatin binçavkirin û cihekî ku şanoya xwe lê bilîzin tine bû. Wan di bodrûman de dest bi karê şanoyê kir. Lê bi salan şanoya Kurdî bi pêş ket û di bin banê NÇM’ê de gelek lîstik derketin holê.

Nexasim şanoya bajêr a Amedê karên gelekî cidî û baş derxistin holê. Mirov dikare bibêje, wan ji şanoya Kurdî re pêşengî dikir. Lê piştî sala 2016’an qeyûm gelek hevalên şanoger ji kar dûr xistin. Lê dîsa jî wan dev ji karê xwe berneda û cihekî serbixwe ava kirin. Bi van pêvajoyan em dibînin ku piştî 25-30 salan, hîna jî di warê civakî û polîtîk de hin tişt neguherîne. Ev helwêst motîvasyona çêkirina vê belgefilmê bû.”

Zehmetiya sînemaya serbixwe

Kuçuk ji bo karibe lîstikvanan bîne cem hev û dest bi filmê bike, gelek zehmetî dîtiye û vê zehmetiyê wiha rave dike: “Anîna cem hev a van lîstikvanan qet ne hêsan bû. Di filmê de lîstikvanên weke Erdal Ceviz, Murat Batgi, Yildiz Gultekin, Nazmi Kirik hene. Her wiha hunermend Serap Sonmez heye ku weke efsaneyekê li bîra me maye. Tişta herî zor, razîkirina van kesan bû. Ji ber ku heger ew razî nebûna, min nikaribû filmê çêkira.” Kuçuk ji hêla din ve jî behsa şert û mercan dike û dibêje, bi saya şanogerê Kurd Kemal Ulusoy ev proje çûye serî: “Heger Kemal alîkariya min nekira, min nikaribû vê projeyê bi dawî bikim. Heya dawiyê jî vê filmê jin hin aliyan ve zor li me kir û em aciz kirin. Di dawiyê de em karekî serbixwe dikin. Tenê ji bo komkirina van lîstikvanan, ji ber ku her yek niha li cihekî dimîne, mesrefek dibû. Her wiha hazirkirina setê û tiştên teknîkî jî ne hêsan in. Lê siûda me hebû û bi awayekî me filma xwe bi dawî kir.”

Dê lîstik neyê lîstin

Kuçuk bi bîr xist ku dê listîka “Rojbaş” ji ber hin sedeman, ji nû ve neyê lîstin û got, destpêkê weke belgefilmê me dest bi kar kir lê bi demê re belgefilm veguheriye filmeke fîksiyon a sêwirandî, û ji bo karibe dewam bike, hin sahne, wî bi xwe sêwirandine. Di filmê de ji şanogeran hemûyan dixwazin lîstikê bilîzin, lê ji ber hin sedeman ew nikarin bilîzin. Film jî behsa vê serpêhatiya wan dike.

Kî çi dike di filmê de

Di filma “Rojbaş” de kesên dilizîn ev in:

Kemal Ulusoy, Erdal Ceviz, Yildiz Gultekin, Nihat Oz, Nazmi Kirik, Cabbar Bariş, Rêzan Kaya, Yavuz Akkuzu, Azad Tunç, Serap Sonmez, Rugeş Kirici, Hilmi Demirer, Omer Şahin, Murat Batgi, Mizgin Kapazan, Alişan Onlu, Zelal Gunduz, Welat Akdag. 

Derhênerê dîmenan Koray Kesîk û derhênerê hunerê jî Sedat Bariş e.

Alîkara derhêner Funda Karakaya ye. Film di post-produksiyonê de ye û dê di payîza 2022’yan de derkeve pêşberî temaşevanan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.