Rojava Xelata Danielle Mitterand wergirt

În 16 Kanûn 2022 - 01:15

Weqfa Danielle Mitterand, xelata xwe ya îsal da ‘Damezirînerên utopyayên Bakur û Rojhilatê Sûriyê’’.

Weqfê xelat bi merasîmekê li paytexta Fransa Parîsê da nûnerên ji Rojavayê Kurdistanê.

Di nava heyeta ji Rojava de ji Rêveberiya Xweser Rewşen Sileman, ji beşa ekolojî û şaredariyan a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Omer, Hevşaredarê Qamişloyê Suleman Xelîl, Hevserokê Komeleya 13 Kesk Zîwer Şêxo û Nûnerê Rojava yê li Parîsê Xalid Îsa jî amade bûn. 

Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F Agît Polat, Seroka France Kurdistan Sylvie Jan, gelek rêveberên Weqfa Mitterrand, nivîskar Corinne Morel Darleux, kurê Mitterrand Gilbert Mitterrand, lêkoler Somayeh Rostampour, Senator Laurence Cohen, Veronique De Geoffroy, Şaredara Creche (Luxemburg) Laettia Hamot û gelek kes di merasîmê de amade bûn.

Di destpêka merasîma xelatdayinê de koma jinê ya Kevana Zêrîn a di bin sîwana Tev-Çand a Parîsê de, derkete ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kir. 

Di axaftinên li ser navê weqfê de hate gotin; ‘Rojava çavkaniyeke sûdwergirtinê ye ya ku li ser enkazekê, civakeke nû ya demokratîk, ekolojîk û wekhev ava dike’.

Piştre kurê Mîtterandê, Gilbert Mitterrand kêfxweşiya xwe îfade kir ji wê yekê ku Xelata 10’an a Danielle Mitterandê didin "Avakarên utopyayên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

 

Rojava welatê jiyana bi hev re ye

Gilbert Mitterrand bal bire ser êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, ev êriş jiyana bi hev re ya aştiyane û azadiya jinê dixin metirsiyê. 

Gilbert Mitterand wekî din got, “Ev xelat di heman demê de nîşaneya piştgiriya me ye û em heyeta Rojava silav dikin.”

Endamên delegasyona Rojava jî yek bi yek peyivîn û spasiya weqfê kir. Wan got, Rojava wê hertim bibe welatê jiyana bi hev re û afirîneriyê.

Qisekeran her wiha bang li Fransayê kir da ku li dijî êrişên dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê.

Weqfa Danielle Mitterandê ji sala 2013´an ve vê xelatê dide û par jî xelat dabû rêxistina Journaleras de Huelva en Lucha (Karkerên bi yewmiye yên Huelvayê têdikoşin). Ev rêxistin ji bo mafên karkerên bi yewmiye yên li bajarê başûrê Spanyayê Huelvayê dixebite.  

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.