Rocco û birayên wî…

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Tebax 2024 - 00:56

  • Yek ji wan filmên ku Alain Delon bi lîstikvaniya xwe di hişê temaşevanan de cihekî ava kiribû û xwe nedabû jibîrkirin jî filmê Luchîno Vîscontî yê bi navê “Rocco e i suoi fratelli” (Rocco û Birayên Wî-1960) bû. Bi vî filmî min cara yekem Alain Delon û lîstikvaniya wî dîtibû.

ARDÎN DÎREN

Aktorê Fransî Alain Delon di 88 saliya xwe de wefat kir. Alian Delon bi lîstikvaniya xwe û her wiha qeşengbûna xwe demek dirêj bû lîstikvanê herî sereke yên derhênerên Ewrûpî. Mirov dikare bibêje ew di warê sînemayê ango lîstikvaniyê de îkonek bû û di gelek filman de cih girtibû. Yek ji wan filmên ku Alain Delon bi lîstikvaniya xwe di hişê temaşevanan de cihekî ava kiribû û xwe nedabû jibîrkirin jî filmê Luchîno Vîscontî yê bi navê “Rocco e i suoi fratelli” (Rocco û Birayên Wî-1960) bû. Bi vî filmî min cara yekem Alain Delon û lîstikvaniya wî dîtibû. Ji xwe piştî min li film temaşe kir qet neçû ji bîra min û film jî yek ji wan filmên herî baş ê derhênerê Îtalî Luchîno Vîscontî bû. Bi mirina Alain Delon film careke din hate bîra min û lîstikvaniya Alain Delon weke şerîda filmekî careke din di ber çavên min re bihuhirî. 

Ev film her wiha yek ji şaheserên dîroka sînemayê jî tê qebûlkirin ku bi mijarên koçberî, qehremantî, fedekarî, pergal, dejenerebûn, aborî, bajarîbûn, xizanî, başî û xerabiyê dadikeve. Ji ber van mijaran film piştî nîşandanan tê sansurkirin û demek dirêj weke filmekî sansurkirî jî dimîne. Ta ku di sala 1991’an de “The Film Foundation” û “Cineteca di Bologna” bi awayakî hevpar film ji nûve restore dikin û careke din nîşan didin.

Ji Scîlyayê ber bi Mîlanoyê ve

Filmê “Rocco û Birayên Wî” filmekî koçberiyê ye. Behsa çûyina malbatekê ji gund ber bi bajêr ve dike. Malbateke ku ew ê li bajêr ji hev belav bibe û bira jî bibin dijminê hev! Jineke bî ku hevserê xwe winda dike tevî 5 kurên xwe ji gundekî Scîlyayê bar dike Mîlanoyê. Mîlano ji bo wan warekî nû ye ku ew ê xwe bispêrin wir û ji bo vê koçberiyê pirr bi hêvî ne! Lê jiyan û rastiya li bajêr ew ê jiyana vê malbatê serobino bike û roj bi roj wan ji hev qut bike. Film weke beş ji hev hatiye veqetandin û di 5 beşan de em serpêhatiyên van birayan ên ku koçî bajêr kirine dibînin. Her çend birayê wan ê mezin Vincenzo beriya wan koçî bajêr kiribe û li wir jiyanekê ji xwe re ava kiribe jî malbata xwe paşguh dike û naxwaze bi wan re bibe alîkar. Têkiliya qut a Vincenzo ya bi malbatê re di destpêka film de nîşan dide bê ka bajêr kesayeta insanan çawa diguherîne û wan dike biyaniyê rabihuriyê. Lê hûn li vê qederê binihêrin, roja ku Vincenzo bi keçeka Mîlanoyî re dizewice malbat diçe Mîlanoyê û diya Vincenzo bi malbata keçikê re li hev nake û di navbera wan de nîşaş derdikeve ku ev nîqaş pirsgirêkên jiyana li bajêr îşaret dikin. Her wiha di derbarê jihevqutbûna insanên Bakur û Başûrê Îtalyayê jî baş rave dike ev film û rûdanên di film de.

Sîmone yan jî çavsorî û têrnexwarin!

Karakterê bi navê Sîmone (Renato Salvatori) ku ew jî yek ji van 5 birayan e, di demeke kin de xwe adapteyî bajêr dike û bi rêya boksê gelek pereyan qezenc dike. Lê ew kesekî pirr bi hêrs e û ev hêrsa wî gelek tiştên nexweş tîne serê wî. Her wiha çavsoriya wî jî xezebeke har dike para wî. Ji xwe ew di nav van birayan de weke birayê herî bi pirsgirêk tê dîtin û yek ji sedemên belavbûna malbatê jî dîsa ev karakter e. Ji lewma ji bo tiştên ku dixwaze pêk bîne hemû rêyan guncav dibîne û ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dike. Bi tevger û biryarên xwe her tim ji malbatê vediqete û bi wan re li hev nake. Ev karekter nîşaneya têrnexwarinê ye. Nexasim jî kesên ku li bajêr dijîn û her dixwazin bibin xwediyê tiştan. Ji xwe di dawiyê de dest bi diziyê jî dike ev karekter û ji bo wî “pere” dibe her tişt! 

Rocoo; ezîzê ber dilan

Li hember vî karekterê bi pirsgirêk ango Sîmone vê carê Rocco (Alain Delon) derdikeve hemberî me ku ew gelek caran dişibe ezîzekî. Yanî mirov dikare bibêje ew bi gelek hêlên xwe ezîzê ber dilan e. Karakterekî pirr dilnizm û fedekar e. Kesên bi vî rengî li bajaran kêm hene. Her tim dixwaze malbata xwe û birayên xwe biparêze li hember tiştên xerab. Ji bo karibe vî tiştî bike dikeve karekî û dixebite. Gelek caran ji bo aqûbeta malê û birayên wî xera nebe dev ji tiştên herî zêde hez dike jî berdide. Demekê debara malbatê li ser pişta wî ye. Lê paşê meyla wî jî diçe ser boksê û dixwaze bi boksê re mijûl bibe. Piştî demeke kin di vî warî de dibe boksorekî xurt û li Mîlanoyê tê naskirin. Lê gava ew di pêşpirkan de bi ser dikeve xwe nagire û digirî. Ji ber ku ewqasî jî bi dil û can vî karî nake lê hêrsa li hember Sîmone dike ku bikeve pêşbirkan û bi ser bikeve. Ji lewma ew û Sîmone di gelek meseleyan de tên hemberî hev û pirsgirêkan dijîn.

Û rîzîbûna kok û rehên paqij

Herdu birayên din Ciro û Luca. Ev her du karekter jî temsîliyeta siberoj û tiştên baş in. Axavtinên di navbera wan de hem rastiya birayan tînin ziman û hem jî di derbarê guherînên siberojê de gelek tiştî vedibêjin; Ciro; “Sîmone ji min re behsa gelek tiştî kir û tim digot divê insan nebin koleyên tiştan û xwedî berpirsyarî bin. Lê Sîmone hemûyan jibîr kir. Dawiyeke xerab ji bo xwe hazir kir û qet şerm jî nekir. Li me hemûyan xerabî kir. Berê kok û rehên Simone neriziya bûn. Lê piştî demekê ew kok bi jehriyê ketin. Sîmone ji comerdiya Rocco xwar. Rocco weke ezîzekî ye. Kesên weke wî pirr kêm in. Lê mirovên wisa nikarin xwe biparêzin. Rocco dikare her kesî efû bike. Kesên ku nayên efûkirin jî dikare efû bike.”

Luca; “Heger Rocco vegere gund ez ê jî li gel wî herim.”

Ciro; “Qet pê ne bawerim ku Rocco careke din vegere gund. Belkî tu rojekê vegerî gund. Lê li benda tiştekî din nesekine ew ê li wir jî gelek tişt biguherin. Weke ku li dinyayê hemû tişt diguherin ew ê li gund jî gelek tişt weke berê nemînin. Hin kes ji dinyaya ku diguhere ditirsin û dibêjin ew ê bêhtir xerabtir bibe her tişt. Lê ez dibêjim ew ê hin tişt bikevin rê û baştir bibin. Her wiha jiyana te jî ewê rasttir û adilanetir be.”

Axir filmê “Rocco e i suoi fratelli” (Rocco û Birayên Wî) filmekî serketiye di derheqê koçberî û pirsgirêkên bajarîbûnê de. Bi çûyîna Alain Delon min xwest film cereke din bibîrbînim û li ser binivîsim. Muzîkên film jî ji hêla Nîna Rota ve hatine çêkirin û muzîk jî bi qasî film serketî ne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.