• Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeke nû ya bi navê “Rizgarkerê dawî yê helbesta Kurdî” ku Zulkuf Ergun nivîsiye çap kir. 

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeke nû ya bi navê “Rizgarkerê dawî yê helbesta Kurdî” ku Zulkuf Ergun nivîsiye çap kir. 

Nivîskar Zulkuf Ergun bi vê pirtûka xwe daye pey helbesta Abdullah Peşêw û derbarê wî de xebateke berfireh kiriye. Nûbihar jî wiha behsa pirtûkê dike, “Ev monografîya li ber destê we yekem xebat e ku li Bakurê li ser Peşêwî hatîye nivîsîn û em hêvî dikin rê li ber xwendevanên Bakurî veke da ku ‘Peşêwê Mezin’ baştir binasin û li ser dika wî ya bilind destê xwe dirêjî berên edebîyata Kurdî ya paşerojê bikin. Lewra nifşên îro û paşerojê bê xwendina Peşêwî û bê ku haya wan ji hunera wî ya bilind hebe dê nikaribin ‘alaya kelamê mewzûn’ li ser banên bilindtir biçikînin. Lewra Peşêwî asta hunera helbesta Kurdî berz kirîye û her kesê ku vê astê fam neke û negihîje pê dê nikaribe cihekî resen ji xwe ra peyda bike. Jixwe nerîta edebî ji hilmijîna pêşîyan û hewla xwerizgarkirina ji bin sîbera bavên kanonîk wêdetir çi ye? Hilmijîna Peşêw asta şagirdîya nişfên îro dê bilindtir bike û ji bo peydakirina deng û rengê wan dê ji wan ra bibe çavkanîya îlhamê.’’

NAVENDA NÛÇEYAN