- Di nava girêkeke qeyranên hikûmetê de hefteya bihurî paytexta Libnanê Beyrûdê mêvandarî kir ji konferanseke ji bo çareseriyên pirsgirêkan. Di konferansê de çareseriya Neteweya Demokratîk û sîstema Konfederalîzma Demokratîk tevî şoreşa jinê hatin minaqeşekirin.
LUQMAN GULDIVÊ/BEYRÛD
Mirov gava berê xwe dide minaqeşeyên li ser çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, mirov li girêkeke welê ya meseleyan dikeve ku çareseriya wê ji bêhtirî sedsalî ve hatiye astengkirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê ev qederê 20 salan e, bi awayekî çalak li alternatîvan digere û pêşniyaza van pirsgirêkên ku êdî veguherîna kula reş, bi rêyeke li derveyî sedema sereke dike. Sedemên sereke yên pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, li aliyekî bi çê û xirabên xwe sînorên piştî Şerê Cîhanê yê Yekê hatin kişandin in. Li aliyê din bêguman temamê mîrasa ku hêzên hegemon a împeryalîzma hingê li pey xwe pişt Şerê Cîhanê yê Duyê hiştî jî sedem e. Ev dinya ku ne li gorî Rojhilata Navîn hatibû sêwirandin û li berjewendiyên hêzên rojavayî bû, weke kirasekî mirov li xwe çêbike û bi zorê li xelkê bike, li Rojhilata Navîn hatibû. Yanî esas lê nehatibû. Yek ji welatên ku ev kiras lê nehat û pirsgirêkên heyî rêveberiyeke li gorî vî kirasê xelkê jî hew lê çêdibe, Libnan e.
Li Paytexta Libnanê Beyrûdê, bi konferansekê bi navê "Ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk, Rêya ber bi Aştiyê ve" esas dixwest bi vî kirasê ecêb, di peywenda Rojhilata Navîn de dakeve. Kongreya Federal a Daîmî ya Lubnanê bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê (aliyê Kurd), Platforma Rojhilat a Pirreng, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT ev konferans bi rê ve bir. Rûniştina yekê bi navê xwe “Aloziya global û bandorên wê li Rojhilata Navîn” têra xwe hêvî dida ku minaqeşeya qeyrana global bê kirin û em li benda minaqeşeyeke di asta Rojhilata Navîn de bûn. Di nava qisekeran de Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser navê Rêveberiya Xweser cihê xwe di panelê de digirt. Li aliyê din yek jê wezîrê tenduristiyê, mêvanên mêr ên ji siyaset û akademiya Libnanê pirranî bûn. Ji bilî Foza Yûsif, seroka "Komela Beyrût El-Semûd" Reşa Îtanî jin bû ji 7 kesên li ser podyumê.
Federalîzma ji bo Libnanê nehişt çareserî bê nîqaşkirin
Rêveberê minaqeşeyê, diyar bû ji bo ku minaqeşeyê ber bi aliyekî tenê ve bibe hatibû şîretkirin. Foza Yûsif di gotara xwe de bal bire ser pirsgirêka serokatiyê ya li Rojhilata Navîn. Wê ev mesele di asta sîstemîk de minaqeşe kir, lê nexasim rêveberê vê beşa minaqeşeyê, gotar jî û minaqeşeya paşê jî bi destwerdanên xwe û bi parvekirina mafê pirsan û şiroveyan ber bi yek aliyî ve bir: "Federalîzmeke ji rêûresmê ji bo aliyên cihê yên Libnanê" ji bo ku xitimîna hikûmî ya li Libnanê heye, çareser bibe. Destwerdana diduyê ya Foza Yûsif a li vê çûna minaqaşeyê hinekî berê awiran biribe ser pirsgirêkên esasî yên Rojhilata Navîn û nimûneya demokrasiya xwe disipêre Rêveberiya Xweser a beşa civakê ya ji Rojavayê Kurdistanê jî, ez bi hêsanî dikarim bibêjim ku fikra sabit a li ser çareserkirina qeyrana siyasî ya li Libnanê bi rêya federalîzmeke ji rêûresmê, ev rûniştina konferansê, dizî.
Bi wezîr re hatin bi wezîr re çûn
Di rûniştinên din ên 13 û 14´ê Hezîranê yê Konferansê de êdî ew mêvanên "federalîzma ji rêûresmê nebûn". Bi wezîr re hatibûn û pê re jî çûn. Vê yekê jî kir ku bêhna mêvanên din û konferansê bi xwe jî bê ber wê. Di rûniştina duyê ya 13´ê Hezîranê de bi sernavê “Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê” Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedem, rewşa heyî ya Ocalan, pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê hatin nîqaşkirin. Mala xwedê ava, di vê rûniştinê de Profesorê Zanîngeha Western Cape Mahmoud Patel ê ji Efrîkaya Başûr, karîbû balê bibe ser aliyê komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan a ji bo astengkirina çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ên siyasî û yên civakî. Mahmoud Patel bal bire ser têkoşîna hevpar a gelan, xisletên Konfederalîzma Demokratîk ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û siyasî li derveyî modelên ji rêûresmê yê yên sîstema dewletî ya kurewî û got, lazim e têkoşîna ji bo azadiya Ocalan di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Ji parêzerên Ocalan, Mazlûm Dinç jî li ser sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û rewşa dawî ya Ocalan agahî dan.
Piştî wê êvarê mala Mizgîn Tahir ava be, bi dengê xwe yê xweş ji Kurdiya bedew û her wiha straneke Feyrûz jî got. Lê axir "dil kuştiyê awirên çavên wê" kir ku em careke din Mihemed Şêxo jî bi bîr bînin.
Şoreşa jin jiyan azadî li Libnanê deng veda
Bi vê minaqeşeyê, em dikarin bibêjin ku hîna nû berê awirên mêvanan karîn bizîvirin ser armanca konferansê. Rêveberiya Xweser weke model û Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn weke sîstem hatin bi navkirin. Yanî esas rûniştina sêyem a konferansê ya ku 14´ê Hezîranê bi rê ve çû jî bi vî awayî li ser zemînekî zexmtir karî rûne. Rojnamevana ji Rojava, Xezna Nebî ev rûniştin bi rê ve bir. Ji Tûnisê, Selwe Qiqe Bin Afiye, endama Yekîtiya Jinên Efrîkayê û Komîteya ji bo Ewlehî û Aştiyê, li ser perspektîf û fîlozofiya Ocalan a li ser jin, wekhevî û azadiyê peyivî. Wê Ocalan weke "teorîsyenekî mezin ê xwedî vîzyoneke stratejîk a beramberî rastiyên herêmê û xwedî pêşniyazên pratîk" bi nav kir û doza azadiya Ocalan kir.
Ji zanîngeha Reqayê Dr. Hesen El Îsa yê ji Zanîngeha Şerq a Reqayê, bi hizra Neteweya Demokratîk a Ocalan daket û pê re jî neteweperestiya "dewlet"ê rexne kir. Wî got, “Rêber Ocalan sîstemê, dezgehên wê û erkên wan ên sereke analîz dike. Bi ya wî sîstem tevî dezgehên xwe di warê bi rêxistinkirina civakê de bi bin ketine û veguherîne rêveberiyên tîran.”
Piştre siyasetzana û namzeta doktorayê li Zanîngeha Corkê li Îrlandayê, Rojîn Mukriyan jî behsa rola pêşeng a jinan a di nava civakê de kir di Şoreşa Jin Jiyan Azadî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê de. Wê bal bire ser jêhatîbûn û biryardariya jinan di vê şoreşê de û ev rola wan û rêxistina wan dikare ji bo bidestxistina mafan û destketiyên din bi kêr werin.
Piştî wê berdevka rêxistina sîwanî ya jinan Kongra Star a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rihan Loqo, behsa dîroka bi rêxistinbûna jinan li Rojavayê Kurdistanê kir. Wê her wiha behsa Jineolojiyê û bipêşketina vî ilmî li Rojava jî kir: “Abdullah Ocalan em hîn kirin da ku em doza azadiyê ji bo jinan bikin. Gava ew bi meseleya azadiya jinê dadiket, wî hizra xurtkirina jinê ji bo azadiya jinê û ji bo rawestandina şideta beramberî jinê derxist pêş.”
Dijminatiya penaberan
Di rûniştina dawî ya bi sernavê “Ber bi Rojhilata Navîneke demokratîk ve”, stratejiyên hevbeş ji bo avakirina Rojhilata Navîneke demokratîk hatin minaqeşekirin. Lê ji ber ku di vê rûniştinê de meseleya penaberên ji Sûrî li Libnanê jî hat minaqeşekirin, me eşkere dît, çareseriyeke demokratîk li Libnanê bi xwe jî çiqasî zehmet e. Lewma li şûna ku zemînê çareseriyê yê xwe disipêre konfederalîzma demokratîk, wê nefreta ku siyaseta Libnanê û Rojhilata Navîn hemûyî berê wê da penaberan, xwe da hîskirin. Yanî nexasim jî mêvanên Libnanî û penaberên kevin ên Filistînê li Libnanê, minaqeşe di vî warî de ji rê derdixistin. Pirsgirêka neteweperestî û nijadperestiya dewletî careke din xwe nîşan dida: Dewlet çareser nake, balê dibe ser pirsgirêkên talî û çêkirî.
Hêvî heye
Di encamnameya konferansê de hêvî hebû, lewma sedema pirsgirêkan eşkere hat binavkirin: Nijadperestî; sîstemên xwe disipêrin cudakeriyên dîn, mezheb, çîn û cinsan; û azadnebûna jinan di nava civakê de. Projeya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan jî weke "bingehê çareseriya ji van pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî" hat tesbîtkirin. Wekî din hat gotin, ji avê heta bi enerjiyê, bi rêya konfederalîzma demokratîk mirov dikare çareseriyan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re peyda bike. Ji ber ku avakerê vê çareseriyê Ocalan e û ne tenî hizrî û teorîk, di warê pratîkê de jî yê herî afirîner e, doza azadiya Ocalan a fizîkî hat kirin da ku di çareserkirina pirsgirêkan de bi rola xwe rabe.
Ez di konferansa yekem a li ser heman mijarê ya li Silêmaniyê de jî hazir bûm. Ev di vî warî de bû konferansa sêyem. Heger em "dizîna" rûniştina yekê nehesibînin, mijarên konferansê jî asta minaqeşeyan û encamname jî hêviyê bi me re çêdikin ku hêdîka be jî, modela Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyên pirsgirêkên herêmê xwe bide minaqeşekirin û tevî fikrên Ocalan, karibe alternatîfeke cidî be ji bo çareseriyê hem li Libnanê û hem jî li seranserê Rojhilata Navîn. Yanî êdî xuya dike ku alternatîfa Rojava rêyeke ji dil a aştî û çareseriyê ye.