Divê girtiyên nexweş bên tehliyekirin
Duşem 14 Nîsan 2025 - 03:10

Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Şafî Hayme ku 3 sal û nîvan bi girtiyê nexweş Soydan Akay re di girtîgehê de mabû wiha got:"Divê girtiyên nexweş bên tehliyekirin."
Soydan Akay li Girtîgeha Hejmar 9 a Marmarayê ya li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê tê ragirtin û rewşa wî ya tenduristiyê giran e. Soydan Akay, di meha Adarê de 3 caran bi awayekî “lezgîn”, 4 caran kardiyalojîk û 3 caran jî ji ber gazinên krîza dil û tansiyonê rakirin nexweşxaneya kampusê.
Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Mezopotamyayê (MED TUHAD-FED) Şafî Hayem ku di sala 2012’an de hate girtin û 3 sal û nîvan tevî Akay di girtîgehê de mabû, diyar kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan.
Di hucreya yekkesî de tê girtin
Şafî Hayme, da zanîn ku li Amedê bi Akay re li heman girtîgehê mane û got: “Nexweşiyên wî yên weke pençeşêrê û prostatê ji wê demê heta niha didomin. Kesên cezayê muebbeta girankirî lê hatine birîn di hucreyên yekkesî de tên ragirtin lê tevî Soydan Akay cezayê muebbetê lê hatiye birîn jî ev 8 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Tevî krîza dil derbas kir jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Nexweşekî giran çawa di hucreya yekkesî de tê ragirtin û kesek pê re namîne? Ne tenê Soydan Akay, bi sedan girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. ‘Pêvajoyeke’ nû hate destpêkirin. Madem ev pêvajo hate destpêkirin, wê demê divê girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê gav bên avêtin.”
Divê girtiyên nexweş bên tehliyekirin
Şafî Hayme, got ku hewce ye girtiyên nexweş tevek jî bên berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî ku cezayên wan xelas dibin jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeyên wan asteng dike. Hewceye girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”
MA / MUJDAT CAN / AMED














