Em piştgiriyê didin banga Ocalan

Duşem 14 Nîsan 2025 - 03:20

Lîderê Partiya Muxafazakar a li Parlamenta Walesê ku muxalefeta bingehîn e Darren Millar bi lêv kir ku ew piştgiriyê didin 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku 27'ê Sibatê hate eşkerekirin.

Lîderê Partiya Muxafazakar a li Parlamenta Walesê ku muxalefeta bingehîn e Darren Millar têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo diyar kir ku modelek mîna Peymana Înê ya bi Xêr (Pêvajoya aştiyê ya bi IRA'yê re) ku di navbera Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê de hate mohrkirin, dikare ji bo pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê bibe mînak, rê nîşan bide.

Darren Millar anî ziman ku Kurdistan ji aliyê cografî û çandî ve ji hin aliyan ve dişibe Walesê û got, "Kulîlka Nêrgizê hem kulîlka neteweyî ya Walesê ye hem jî li Kurdistanê xwedî cihekî girîng e. Hêvîdarim paşerojê em ê li Kurdistaneke azad bigihêjin hev." Darren  Millar destnîşan kir ku weke Partiya Muxafazakar ew mafê 'diyarkirina çarenûsa xwe ya kes û civakan' dipejirînin û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin daxwaza self-determinasyonê ya gelê Kurd.

Darren Millar anî ziman ku ew girîngiyê didin banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Ocalan û bi dewamî got, "Ji ber ku PKK ji aliyê gelek dewletan ve weke 'rêxistina terorê' tê naskirin, ev yek muxatabiya fermî ya aliyan zehmet dike. Lê belê pêngava Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku dikare rêya aştiyê veke. Aştî ji bo Kurdan jî ji bo Tirkiyeyê jî li derveyî têkoşîna çekdarî dikare bibe alternatîfeke bi wate. Em piştgiriyê didin vê bangê."

Darren Millar Peyman Good Friday (În a bi Xêr) bi bîr xist ku di navbera Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê de hate mohrkirin û got, "Lihevkirina ku di encama pêvajoya aştiyê ya bi Sinn Fein û IRA'yê de hate mohrkirin, ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera aliyên cuda bi kêr hat."

ANF/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.