Rêya Laheyê ji bo Tirkiyeyê

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Ji Komîteya Edalet ji bo Êzîdiyan, Dr. Tatyana Eatwell dibêje, ji bo dadgehkirina dewleta Tirk ji ber ku berpirsiyariyên xwe di astengkirina qirkirina li dijî Êzîdiyan de bi cih neaniye, ew doza Gambiyayê ya li dijî Myanmarê ji ber qirkirina li dijî Rohingya weke nimûne dibînin.   

LUQMAN GULDIVÊ 

Komîteya Edaletê ya Êzîdî (YJC) destpêka vê mehê rapora xwe ya li ser qirkirina Êzîdiyan û berpirsiyariya dewletan eşkere kir. Di raporê de navê sê dewletan hat hildan, sê dewletên ku ji bo pêşîgirtina li qirkirina Êzîdiyan bi erkên xwe ranebûn. Yanî li gorî Peymana li dijî Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî, weke dewlet erka xwe ya astengkirina qirkirinê van dewletan bi cih neaniye. Ev dewlet jî Iraq, Sûrî û Tirkiye ne. Iraq û Sûrî yekser bi vê yekê bên tohmetbarkirin jî, tohmeta li dewleta Tirk dihat kirin ji vê û wêde ye: Alîkariya qirkeran kiriye ji bo qirkirin biçe serî. 

Rapor 6’ê Tîrmeha 2022’yan li Kameraya Lordan a Ingilîz hat eşkerekirin, lê gelo ji bo ev dewlet hesab bidin, ji bo ku ev dewlet derkevin pêşberî dadgeheke navneteweyî, wê çi bê kirin? Bi vê pirs û meraqê em bi parêzera YCJ’ê Dr. Tatyana Eatwell re peyivîn. Ew ji nivîskarên rapora eşkerekirî ye jî. Wê got, ew ê tevahiya derfetên xwe bi kar bînin, ji bo ku mijar li nav hikûmetên cihê bê minaqeşekirin û rê li ber dadgehkirina dewletên bi erkên xwe ranebûne, yanî Tirkiye, Iraq û Sûrî vebe.   

Ne ferdî lê di asta dewletê de

Dr. Tatyana Eatwell serê pêşî îşaret bi wê yekê dike ku di navbera berpirsiyariya ferdî û ya dewletê de cudahî heye, û ew ê hewl bidin dewletan bibin ber dadgeheke navneteweyî. Ew dadgeha navneteweyî ya ji bo dadgehkirina dewletan halê hazir erkdar jî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ye. Eatwell dibêje, “Em behsa berpirsiyariya ferdan nakin ku li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê kirin. Lê em behsa berpirsiyariya dewletan a astengkirina qirkirinê dikin, li gorî Peymana Astengkirin û Cezakirina Sûcê Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî*. Li gorî vê peymanê dewlet hem bi astengkirina qirkirinê berpirsiyar in û hem jî bi cezakirina sûcê qirkirinê. Di qirkirina Êzîdiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an de qirker DAIŞ e. Lê dewleta Iraqê, ya Sûrî  û ya Tirk jî li gorî peymanê diviyabû qirkirinê asteng bikin. Yanî çi derfetên wan ên maqûl û dikarin bi cih werin, hebûn, lazim bû bi kar bianiya da ku ev qirkirin çênebe. Em dibînin ku ev dewlet di qirkirina Êzîdiyan de bi erkên xwe ranebûne.”

Stratejiya weke ya Rohingya

Lê çawa wê behsa vê meseleyê kir, pirsa “baş e, ma ne divê dewlet dozên bi vî rengî bibin ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî” xwe dide der. Dr. Tatyana Eatwell, dibêje, “Li vir nimûneyeke pirr balkêş heye. Nimûneya doza ji ber berpirsiyariya dewletê ya li gorî Peymana Astengkirin û Cezakirina Sûcê Qirkirinê ya li dijî Myanmarê, ji ber qirkirina Rohingya heye. Dewleta ku ev doz biriye ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî Gambiya ye. Gambiya dûrî cihê qirkirinê ye. Elaqeya wê bi deverê û bi qirkirinê re yekser hema hema nîne. Lê wê ev doz bire ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) ya li Laheyê û ICJ’ê biryara (fermana) li gorî Peymana Astengkirina Qirkirinê girtina tevdîran da ji bo dewleta Myanmarê.”

Gavên pratîk wê hevdîtinên yek ser bin

Ji bo ku doz biçe ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, Komîteya ji bo Êzîdiyan Edalet wê di pratîkê de çi bike gelo? Dr. Tatyana Eatwell ji bo vê dibêje, “Em ê xwe bigihînin hikûmetan, em civînan bi wan re bikin û wan agahdar bikin. Hewl bidin hestiyariyekê ji bo meseleyê çêkin.” Tenê li Ewrûpayê? “Nexêr, li seranserê dinyayê, ma ne min behsa nimûneya qirkirina Rohingya li Myanmarê kir! Em ê hewl bidin xwe bighihînin hikûmetên heyî hemûyan.” 

Gelo mesele bi hikûmetan tenê safî dibe, têkiliyên bi parlamenan re û piştgirya rêxistinên pîşeyî, înîsiyatîfên edaletê wê çawa be? Ew li vê pirsa me jî naawiqe û dibêje, “Li parlamenan em ê meseleyê bi têkiliyên xwe bidin axaftin. Têkiliyên me yên baş jî hene. Lê ez ê niha kite bi kite behsa wê nekim û ji ber sedemên elaqedarî dozê jî ez ê behsa hikûmetên em ê yekser bi wan re bipeyivim, nekim. Lê piştgiriya parêzeran, saziyên pîşeyî muhim e.

Ji bo berferehkirina wê em ê kar bikin.”  
        
* Biryara Civata Giştî ya Netyeweyên Yekbûyî 260 a 9´ê Kanûna 1948´an. Ji 12´ê Çileyê 1952´yan ve lê ye. 

Ji bo ferdan rêya DMME’yê

Li gorî parêzer Dr. Tatyana Eatwell, ferd jî dikarin giliyê dewleta Tirk bikin, lê tenê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME). Lê ji ber ku şertê wê jî ew e ku li Tirkiyeyê rêyên hiqûqî qediyabin, ev rê jî esas di rastyiyê de ji bo mexdûran rêyeke hema hema mumkin e. Gava em bi bîra wê dixin ku DMME’yê miracaetên mexdûrên dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê red kir, Eatwell dibêje, ji ber ku dewleta Tirk di Konseya Ewrûpayê de ye û Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê mohr kiriye, di teoriyê de ev rê heye.   

Doza li ICJ’yê ya ji ber qirkirina Rohingya

Komara Gambiyayê ya li rojavayê Efrîkayê, 11’ê Mijdara 2019’an doza li gorî Peymana Astengkirin û Cezakirina Sûcê

Qirkirinê, li dijî dewleta Myanmarê bire Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li bajarê Holandayê Laheyê. Jê re bi kurtî Doza Qirkirina Rohingya tê gotin.

Ji bilî Mislimanbûna pirraniya serjimara Gambiyayê, û Mislimanbûna miletê Rohingya, elaqeyeke cografî û siyasî di navbera her duyan nebû. 

Dadgerê li dozê dinihêre, Abdulqawi Ahmed Yusuf, weke tevdîra lezgîn Çileyê 2020’an 4 meh mohlet dan Myanmarê da ku “tevahiya tevdîrên dikare bigire” bigire da ku pêşiyê li qirkirinê bigire. Myanmar dihat sûcdarkirin bi komkujî, ji cihûwarkirin, destavêtin û xirakirina civakan. Bi vê biryara navberê ya ji bo pêşîgirtina li qirkirinê, dadgehê berpirsiyariya dewleta Myanmarê û hebûna qirkirinê qebûl dikir. 

Lê di Sibata bihurî de Myanmar îtîraz kir li dadgehê ji ber ku “ne ji erkên Dîwana Edaletê ye wê dadgeh bike” û ji ber ku “miracaeta Gambiyayê nabe bê qebûl kirin”. Dadgeh wê 22´yê Tîrmehê biryara xwe li ser vê îtîrazê eşkere bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.