Rêya ji Millet ber bi Van Gogh ve

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Gulan 2022 - 22:00

  • Wêneyê bi navê “The Sower” yê Millet ku wî di sala 1850’î de çêkiribû tabloyeke sereke ye ku Van Gogh kiriye bingehê hunerê xwe. Motîf û teswîrên ku di tabloyên Van Gogh de timî derdikevin pêşiya me, ji ber vê tabloya Millet hatine girtin.

Beriya bizava Realîzmê derkeve holê, hin hunermendên serdema romantîzmê, bêhtir li ser hestên mirovî disekinîn û dixwestin bi riya van hestan wêne û tabloyan çêkin. Şêwekarên weke Delacroix û JMW Turner hin ji van kesan bûn ku di warê hunerî de bi mijara romantîzmê daketibûn. Lê pêla realîzmê li ber romantîzmê rabû û kesên ketin ber vê pêlê, bêhtir bala xwe dan kar û barên çîna karker yan jî cotkar û karkeran, û xwestin jiyana wan biresmînin. Di şêwekariyê de realîzm li ser karên rojane yên mirovên ji rêzê disekinî. Heya wê hingê tu kesî bi van mijaran daneketibû û tiştek wiha xêz nekiribû. Realîzm di sedsala 19’an de weke bizavekê biriqî û pêşengiya vê bizavê jî şêwekarê Fransî Jean-François Millet dikir. Millet dixwest gelek qalib û rêgezên Romantîzmê binpê bike û şêwazên nû peyda bike di şêwekariyê de. Millet ku di navbera salên 1814 û 1875’an de gelek berhem afirandin, bi malbata xwe re li gund dima û kar û barên jiyana rojane yên gundiyan dişopandin. Ji lewma jî François Millet di wêneyên xwe de cih da jiyana gundî û karkeran û piştî demekê jî Van Gogh di bin tesîra wî de ma û da pey rêya wî. Dema mirov bala xwe dide wêneyên Van Gogh, mirov vê tesîrê bi awayekî zelal û eşkere dibîne.

Bêhtir karker û rêncber dîtin

Wan çaxan dibistaneke bi navê “Barbizon” hebû û komek şêwekar di vê dibistanê de hînî çêkirina wêneyan bûn û ji xwe re bingehekî hunerî ava kirin. François Millet jî yek ji avakarên vê dibistanê bû. Gelek endamên vê dibistanê bêhtir li ser xêzkirina menzereyan hûr dibûn, lê Millet berovajî wan şêwekaran karker û rençber xêz dikirin. Taswîrên wî axlebî karkerên li ser kar in, yên ku dexl diçinin yan jî palehiyê dikin. Bi van hêlên xwe ji şêwekarên din cihê bû. Van Gogh jî gelek resmên wî kopya kirin û mijarên ku Millet xêz kiribûn ji nûve bi şêwaza xwe şirove kirin.

Ji ber vî awayî, mirov dikare bibêje çavkaniya gelek tabloyên Van Gogh yên Millet bi xwe ne.  

Dibistana Barbizon

Vê dibistanê stîlên romantîzmê red dikirin û bala xwe li ser “mijarên rasteqîn” bû. Rûyekî nû yê realîzmê bû. Gelek şêwekarên di vê dibistanê de dixwendin û hîn dibûn, manzereya daristana Fontainebleau xêz dikirin. Kesên di vê dibistanê de diman û xêz dikirin jî wênesazê Ingilîzî John Constable ji xwe re weke pêşeng qebûl dikirin. Piştî şoreşa 1848’an şêwekarên weke François Millet, Théodore Rousseau, Paul Huet, Constant Troyon û Charles-François Daubigny mala xwe barkirin Barbizonê û di vê dibistanê de wêne resmandin.

‘Karker û xweza ruhê min e’

François Millet ji dervayî taswîrên dar û daristan û xwezayê bala xwe de ser kar û barên gundiyan û ji bo vê helwêsta xwe jî dibêje, “Karker û gundî li gorî xwezaya min û ruhê min in. Ez vê yekê bibêjim, di hunerî de tişta herî zêde bala min dikêşe, insan û tevgerên wî ne.” Millet her çiqas kesekî navdar be jî ew hinek jî bi xêra Van Gogh navdartir bûye. Van Gogh piştî Millet, di name, xêz û tabloyên xwe de gelek behsa Millet kir û li hemberî karê wî rêz girt. Hin xêzên ku Millet berê çêkiribûn, ji xwe re kirin çakaniya hunerê xwe û wî jî weke Millet bala xwe da ser kesên ji rêzê, karker û gundiyan. Kedkarên ku li nav hawîrdora xwe ya xwezayî de dixebitin mijarên sereke ne di wêneyên Van Gogh de jî.

Her wiha wî karker û cotkar weke kesên bi esil dihesiband û bi xêz û tabloyên xwe dilpakiya wan nîşanî dinyayê dida. 

30-40 tabloyên ji ber ‘The Sower’

Wêneyê bi navê “The Sower” yê Millet ku wî di sala 1850’î de çêkiribû, tabloyeke sereke ye ku Van Gogh kiriye bingehê hunerê xwe. Motîf û teswîrên ku di tabloyên Van Gogh de timî derdikevin pêşiya me ji ber vê tabloya Millet hatine girtin. Van Gogh ji ber fîgûrên Millet bi qasî 30-40 tabloyên nû derxistin holê û wî bi vî awayî xwest manewiyata ax û çandiniyê nîşanî xelkê bide. Lewma wî karker û gundî weke kesên herî bi esil û rûmet didîtin.  

NAVENDA NÛÇYEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.