Rewşenbîr êrîşa ser Rojava şermezar dikin

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:48

DÎDAR ŞEHLA / ANF / SILÊMANÎ

Rewşenbîr û mamosteyên zanîngehan li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser rojavayê Kurdistanê axivîn. Mamosteyê beşa dîrokê ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Yasîn Zerdeştî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Ev siyaseta faşîst a dewleta Tirk a dagirker li ser destên Ataturk ava bûye û ji hêla Erdogan ve tê domandin. Ev siyaset li dijî gelên Kurdistanê ye û dixwaze hemû têkoşîn û pêşengiyan ji nav bibe. Ev êrişa ku îro li dijî rojavayê Kurdistanê dike, di sala 1991'ê de bi rêya şerê navxweyî li dijî gelên başûrê Kurdistanê dikir. Tirkiye kesayetiyên azad û gelên azad qebûl nake û ji bo hebûna sîstema xwe ya faşîst wek metirsî dibîne. Lewma ez wek mamosteyekî bi tundî van êrişan şermezar dikim."

Rêveberê Navenda Çandî ya Xezelnûsê Heme Salih Ebdulrehman bi tundî êrişên Tirkiyeyê şermezar kir û got, "Dewletên dagirker û bi taybetî jî dewleta Tirk a faşîst her tim dixwaze gelê Kurd ji nav bibe. Dewleta Tirk tevlihevî û karesat xistine nav Rojhilata Navîn û bi taybetî nav rojava û başûrê Kurdistanê. Dibe ku me nekarîbe li gorî pêwîst em bersiva van êrişan bidin, lê belê em ê van trajediyan ji bo şermezarkirina dagirkerên Kurdistanê bikin çîrok û dîrok."

Heme Salih Ebdulrehman di dawiya axaftina xwe de peyamek ji ciwanan re şand û got: "Bila ciwanên me aîdiyeta xwe ya ji bo Kurdbûnê ji dest nedin û li dijî wan siyasetên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker rawestin û ji bo azadiya Kurdistanê têbikoşin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.