Rewşa Kovarên wêjeyî li Rojava

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Gulan 2022 - 21:09

  • Di Gulanê de li ser navê rojnameyê me, dilê me heye em rewşa kovargeriya Kurdî ya îro û bandora kovara Hawarê ya li ser çand û wêjêya Kurdî binirxînin.

ARDÎN DÎREN

Di Gulanê de li ser navê rojnameyê me, dilê me heye em rewşa kovargeriya Kurdî ya îro û bandora kovara Hawarê ya li ser çand û wêjêya Kurdî binirxînin. Ji lewma jî heta ji destê me were, em ê xwe bigihînin kovarên Kurdî û ji wan nirxandinan bigirin.

Nirxandina destpêkê ji kovara “Şermola” ya ku bi Kurdî û Erebî li Rojava derdikeve, hat ber destê me. Dilşad Murad weke rêvebir û sernivîskarê kovarê, rewşa kovarên wêjeyî ya li Rojava û bakûr rojhilatê Sûriyê nirxand.

Dikarin tesîrê bikin

Nirxandina Dilşad Murad wiha ye;

"Kovarên wêjeyî yek ji cureyên girîng ên weşanên medyayî ye û di vejandina rewşa wêjeyî û çandî ya her welatekî de xwedî girîngiyeke mezin e, nemaze ku di warê ramanî û afirîneriya wêjeyî de xwedî bandorên kalîte be.

Kovarên wêjeyî yên Kurdî di hembêzkirina pênûsên nivîskaran de û di derxistina gengeşeyên li ser mijarên wêjeyî û çandî de roleke berbiçav hene û rola wan di tevlihevkirin û pêwendiya çandên herêmê û belavkirina çanda herêmî li derve jî heye.

Rewşa giştî ya kovarên Kurdî li Rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê li gorî dezgehên ragihandinê ne xirab e, ji ber ku ew zêdetir komên xwende û nivîskaran hembêz dikin, her çend di karê xwe de pêdiviya wan bi pêşveçûnê heye.

Kovarên ku bi sazî û rêxistinên yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran ve girêdayî ne ji rêxistinbûna nebaş û derengmayîna hejmarê dikevin. Ji ber ku di nava wan yekîtiyan de nakokî û meseleyên rêxistinî û qelsî bandor li wê kir du kovar hene ku organîzetir têne dîtin: Şermola û Sîwan (Herdu kovarên wêjeyî ne) û kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk (kovareke siyasî ye).

Wek nimûne kovarên wêjeyî, Kovara ´Şermola´, a serbixwe û demsalî ye, ji roja derketina hejmara xwe ya yekem di Sibata 2019’an û vir ve, hejmarên wê bi awayekî periyodîk û di dema xwe de derketine. Rêxistina redaksiyonê, berdewamî û hejmareke zêde ya nivîskarên ku tê de beşdar dibin. Heta destpêka sala 2022’yan sêzdeh hejmarên wê hatin çapkirin û hejmara nivîskarên wê gihişte nêzîkî 300 nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan, welatên Ereb û Ewrûpayê.

Kovarên îroyîn negihiştine wê asta kovara Hawarê ku karibe rasterast bandorê li ziman û çanda Kurdî û bi giştî tevgera Kurdî bike. Ji ber vê yekê, divê em xebatên xwe zêdetir bi pêş bixin da ku bigihêjin astekê ku bikaribe di avakirina siyaset û meylên wêjeyî û çandî yên Kurdî de bi rola xwe rabe û xwe bike wek dibistanên wêjeyî."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.