Kovara ‘Dilop’ cara 33’an derket

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Adar 2024 - 00:14

Kovara “Dilop” ku serê du mehan û carekê derdikeve bi hejmera xwe ya 33’an li hemberî xwendevanan e. Di kovara Dilopê de nivîs, helbest, hevpeyvîn û gotarên bi Kurdî-Tirkî tên belavkirin. Hejmara 33’an a meha Adar û Nîsana 2024’an e.

Kovarê di vê hejmarê de li ser "Di çarçoveya Rojhilata Navîn de Hêz û Kurd" dosya amade kiriye. Niviskarê rojnameya Evrenselê Yusuf Karataş û hîndekara Zanîngeha Hewlêrê Doç. Dr. Arzu Yilmaz di dosyayê de bi hev re li ser meseleyê axivîne.

Di kovarê de gelek nivîs û helbest hatine weşandin ku hin jê ji bo meha Adarê, li ser Newrozê ne.

Ji hevpeyvînên vê hejmarê, Serpil İlgun li gel rojnameger Ender Ondeş axiviye. Ondeş ku bi salan e di nav çapemeniya kurdan de kar dike dibêje, "Ne tiştek rasteqîn e ku mirov li bendê be dê desthilatdarî bi awayekî erênî li kurdan vegere."

Ji hevpeyvînên bi kurdî Dîlan Temîz li ser şanoya kurdî ligel şanoger Bahoz Ozsunar û Berfîn Emektar; Bawer Rûken jî li ser pirtûka niviskar Yildiz Çakar "Mohra Reş" ligel wê axiviye.

Sezai Sarioglu, Rûmet Med, Yucel Demirer, Fewzî Bîlge, Dr. Eskerê Boyîk, Kemal İnal, Îsmaîl Dîndar, Nevzat Onaran, Esra Kiliç, Muzaffer Oruçoglu, Recep Maraşli û Elif Eser bi nivîsên xwe ked dane kovarê.

Her wiha helbestên kesên wekî Arjen Arî, Vazgal Bazîdî, Eskerê Boyîk, Yilmaz Odabaşi, Berken Bereh û Kemal Burkay hatine belavkirin.

Ji bo têkilî: dilopdergisi@gmail.com 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.