‘Bîrnebûn’ cara 89’an derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:23

Kovara “Bîrnebûn” ku weke kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliya Navîn tê tê zanîn bi hejmera xwe ya 89’an careke din derket. Di vê hejmarê de jî gelek nivîs, helbest û lêkolîn hene ku bala xwendevanan dibin ser meseleyên cur bi cur.

Naveroka kovra “Bîrenbûn” ya 89’an li jêr e;

Di vê hejmarê de ji çanda me ya gelêrî serpêhatî û kilam ji Mem Xelîkan, bi sernivîsa Kilama Çanakkalê, ji Hizir Akbîna Dayîka strana Êma Hemê, ji şirove û nivîsa Feyzî Mîrhesen bi ser nivîsa Serpêhatîya mala Bişar û Seydo, ji Bilal Celebli, kilama Îsmaîl Lawo hatine nivisîn.

Ji salên 1970’î vir ve bi sedan hunermendên kurd, ji herçar alîyên welêt li welatên Ewropayê penaber bûn. Li koçberîyê karibûn derbirînên xwe bi rêya hunerê derbînin. Birêz Prof. Hecî Akman li Zaningeha Bergen a Norveçê di beşa arkeolojî, dîroka lêkolînên dînî û çandî de bi salan e kar dike. Di vê beşê de lêkolînên akademîk ên cûrbecûr tên kirin û herwiha qurs tên dayîn. Birêz Akman jî di warê beşa xwe de hinek lêkolîn kirine. Yek ji wan jî bi navê Huner wek îfadeya siyasî li dîyasporayê kiriye. Di lêkolîna xwe de hunermendeka kurd ya bi navê Kwestan Jemal Bawan bi me dide nasîn. Ji bo kovara me ev lêkolîna xwe bi kurmancî nivîsîye.

Barbara Sträuli, wergêreka Swîsrî ye, du pirtûk û destaneka kurdî ya Dewrêşê Evdî ya ku Baqî Xido nivisîye, wergerandine almanî û îngilîzî. Mehtap Îdelîyê bi sernivîsa Hepeyvînek bi Barbara Sträuliyê re bi me dide nasîn.

Salîh Bozan bi sernivîsa Nûjîn Qido û sê rojên mê kitêbeka Nûjîn Qidoyê bi şiroveyekê bi me dide nasîn. Sê Rojên Mê balê dikişîne ser êş û azarên jina kurd a di nava nakokîyên şer û rûxandinên mezin de. Nûjîn Qido bi eslê xwe ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û sala 1996’an li Şamê ji dayîk bûye.

Ali Duran Topuz, bi helbesta Seba Haskîfê, Seyfi Dogan bi helbesta Hîvronî û bi kurtehelbestên qito û qerfo, Xizan Şîlan bi helbesta Mirineka azad, Adem Özgür, bi sernivîsa Deng û derîyên hesin, Amed Tîgrîs, bi nimûneyên dawetnameyên dawetan, Sîya Jandar kurteçîroka bi navî Ji xewna bakîreyekê, Bêrîvan Keskîn Rojnivîsk, Dilan Kaya bi sernivîsa Sandoqa xeyalan, Îkram Oguz bi nasandina kitêba Mehmet Bayrak, sernivîsa Nasnameya kurdî û tekoşîna min, Dr. Bangîn Fayo li ser xwarinên kurdî ev hejmara pirrengî dewlemend kirine.

Ji bo kovara Bîrnebûnê lînka li jêr bitikînin.

https://birnebun.eu/

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.